Aferîn cîgerim!

Hûn zanin, kî çi dibêje bela bêje, bi dîn û îman ev Kasimpa?alî Receb heye ya, aha ew qerasê mêran wek boxê berana ye ellawekîl. Tam Kasimpa?alî ye yanî. Hem bi bejn û bala xwe, hem bi me?a xwe û hem jî bi lotikên xwe.

Kesî di dîroka komara Tirkiyê de dîtiye ku general, serokê meclîsê û serdarên artê?ê hatibin darizandin? Bawer nakim. Lê cîgerim Tayyîp daye bin dûvê wan û ha ha pêl serê wan dike dînime îmanime..

Di meclîsa Tirkiyê de ?er û pevçûnên li ser guhertina makzagona Arnawût Kenan Evren didomin. Herçiqasî MHP, CHP û carna jî partîya me DTP li dij derdikevin jî, lê cîgerim Kasimpa?alî hesabê wan bi qirû?ekî nake û yek bi yek xalên makzagonê dide guhertin. Meselen xala 19 an.

Xala 19 an jî ji meclîsê derket û hat qebûlkirin. Çiye ev xala 19 an?

Pi?tî qebûlkirina vê xalê, wê serekerkanê artê?ê, serokê meclîsê û serdarên bilind ên artê?ê karibin di dîwana bilind de bên darizandin û qû? li wan biqete. Yanî, heger serekerkan û ewên din rojek ji rojan lotikek neinsanî bavêjin derûdorê, wê dîwana bilind bi qerpika stuyê wan bigre û wan biki?ki?îne dadgehê, doxînê li wan daxe heta bi kabokê.

Îcar ka bêjin qarda?im, ma ev lotika Kasimpa?alî Receb ne lotikek pîroz û bimbarek e babam?

Bi ?e? telaqên jinberdanê ezê ji bo vê lotika wî ya pîroz desteyek gulên sor bikirim û li ber devê derîyê wî bikim ristik, ihi!

Yan na?

Stenbol

About The Author