Her yek bi serê xwe dewlet e

Min kesek wek van bêbavê Tirkan durû û bêbext nedîtiye bi dîn û îman. Yaw ne qencî ji wan re dibe û ne jî xerabî. Ne li qanûnan guhdar dikin û ne jî bîra insanetîyê dibin. Kuro hov in law hov, Wey!

Di ji xwe re binerin bê polîsên Tirko çi lotik li Idrîsê me xistiye.

Bi ser ku kanala dewletê TRT6 ji sibê heta êvarî bi Kurmancî qîre wîrê dike, bi ser ku ha ha xalên qanûna bingehîn tên guhertin, tu dibê qey polîsên dewletê di guhê gê dene û ti?tekî nabînin, nabihîzin.

Ji ber ku serkê BDP ê ?axa bajarê Qersê Idrîs Agbaba li stranên Kurdî guhdarî kiriye, polîsan girtine ser û cezê peran lê birrîne.  Polsên tirrek gotine ku xwedêgiravî muzîka Kurdî xelkê nerehet dike û qû?ê li wan diqetîne. Lê Idrîsê me jî qeraseyekî zilama ye haaaa,  rabûye ji polîsan re gotiye.“Olan oxlim, cewrikên we ji sibê heta êvarî bi „Mehter mar?î“ dikin ewte ewt hûn dengê xwe nakin, lê çima muzîka Kurdî li qûna we zor tîne ewladim“ û ew qewitandine.

Werhasilî kelam, ev cara duyem e ku polîs digrin ser Idrîs Agbaba û muzîka Kurdî lê qedexe dikin. Lê Idrîsê me jî bi ?e? telaqên bê fitû sûnd xwariye ku ji muzîka Kurdî pêve tu muzîkek din guhdar neke û vê tirê ji polîsan re nehêle.

De îcar ka bêjin babam:

Ev çi lotik û zîtirk in?

Qers

About The Author