Heçê neyê mewlûda ?ivan Perwer ne ji me ye!

Her çiqas em ?ivanê xwe rûmeta gelê xwe, bi lotikên pîroz rexne bikin û carna tirrê ji meselê berdin jî lotikxanecî ba? dizanin ku di vê dinayaya nîvgilover de gava em hunermendên qe?merok û ?ivan Perwer  bidin ber hev, qedr û qîmetê wî çêtir derdikeve holê.
Gelî lotikvanên hêja, herkes dizane ku ?ivan Perwer nirxekî giranbûha yê gelê Kurd e. Dengê ?ivan ketiye her malek Kurdan û heta niha bi milyonan kes li ber deng û awaza wî ya xwe? û zelal mezin bûne. Ev jî li aliyekî ?ivan Perwer bi muzîk û awaza xwe di nav Kurdan de ?ore?ek pêk aniye.

Kêfa Lotikxanê û lotikxaneciyan ji lotikên germik û nermik re tê, ango ne ji lotikên li ser hesabên qirêj hatine kirin re. Tewanbarî û sûcdarkirin ne karê lotikxaneciyan e. Lewma her çiqas car caran Lotikxane bi Kurdiyek xwe? û pak çend lotikan bavêje kes û kesayetiyên hêjayên civakê jî, tu kes dilê xwe jê nagire. Ma çima bigire. Ne ketiye diziya bax û bostanên wan!
Carna kesên ku Lotikxanê di?opînin bi mêranî û jinaniya xwe dihesin, carna bi Kurdbûna xwe, carna jî bi saya Lotikxanê hay ji lotikên siyaseta Kurdan dibin. Mesela ?ivan Perwerê me jî meselek wiha ye. ?ivan Perwer yek ji wan kesên herî populer ê civaka Kurd e. Û ji bo dilê xwe nehêle jî di Lotikxanê de malikek jê re jî hatiye veqetandin. Di wê malikê de bê dilmayin û ê?andin ji bo wî jî çend lotikên germik û nermik tên avêtin.
Lê belê xuyaye ku hin agahî û nûçeyên derbarê ?ivanê me de bi hesûdî û bêtehemulî têne ragihandin. Ger ne wisa be jî hin ti?t hene ku divê mirov bi hestiyarî tevbigere û nehêle ku nirxên civakê bi neba?î bêne naskirin. Ev ti?tên wiha jî bi piranî di nav Kurdên me yên li Ewropayê de derdikeve holê. Çi mesela wa ye em jî nizanin, lê divê bi medya û ragihandinê xwe wisa biçûk nexin û îmana hevdu teneke nekin. Gava ew bi vî ?iklî li hev bikin wê nikaribin bigihîjin tu armancê û wê kenê zarokan bixwe bînin. Lewma divê ew jî weke Lotikxanê bikin û ne bi hesûdî lotikên xwe bavêjin.
Lotikxane him dibistan e him jî mizgeftek e ji zimanê Kurdî re. Yanî Lotikxane cihê îbadeta ziman e gelî xwendevanan! Heçê xwedî bawerî be lê dicive. Kesên ne xwedî baweriya hi?mendiya Kurd û Kurdistanê ne jixwe nikarin tê de bihewin û bi reva rev diçin cihekî din ji xwe re dibînin. Hê ku me ajanê xwe ne daye pey we zû vê meselê çareser bikin! Jixwe vaye hin sazî û rêxistinan mesele kirine meseleyek netewî û nerazîbûna xwe daxuyandine. De hûn jî destê xwe zû bigirin. Ellawekîl vaye ajanê me amadekariya xwe dike ku bikeve du vê meseleyê.
De yellaaaah zû hevdu hembêz bikin û bihêlin ku ew tirrên di we de bûne fiss bêhnek pîroz bidin derdora we!


Emê jî li Lotikxanê mewlûdekê bidin û hemû teamên xwe? ji bo xatirê vê lihevhatinê pê?ke? bikin.
Her ti?t ji kîsî me ye, qet dengê xwe nekin…

About The Author