Zeynel Abidîn Han û hunermendê netewî

(Ji me derew, lê Zeynel Abidîn Han dibêje gerek hunermendek netewî aha wilo be..Ê de bixwînin babam)

Hunermendek netewî çawa dibe?

Huner karekî astebilind yê hizr û hestên mirovayetiyê ye. Bi gotineke herî kin di jiyanê de qet bizavekê tuneye ku qasî hêz û bandura huner di ser mirovayetiyê de dewra xwe bibîne. Jiber vê yekê di her bizavên civakî, siyasî, le?kerî, tîcarî û entellektûelî de huner dihête bikaranîn.

 Lê eslen huner li gor bikaranîna xwe dikare xwedî asteke bilind yan jî nizim bibe. Hunermend jî bes li gor vê pîvanê di nav civak û miletê xwe de cîh bigre û her wiha di asta mirovayetiyê de jî xwedî helwest û refeke taybet hebe.

Hunermendiya neteweyetî ew e ku di pê?keftina miletê xwe de dewreke xwe hebe. Lê ev yek têrê nake ku mirov bi vê bibe hunermendek netewî. Berî her ti?tî helwesteke netewî divê, yanê hunermend li gel xizmeta xwe, eger di pê?keftina milet û civaka xwe de berjewendiyên xwe yên kesanî nexe pê? û her daîm amade be ku jê fereqat bike, wê çaxê xwedî bernavek netewî dibe, wekî din ne mimkûn e.

Yanê hunermend, nivîskar, siyasetmedar, zanist, karker û her wiha çi kesekî îhtiyadî jî, eger berjewendiya miletê xwe, xîret û rûmeta miletê xwe têxe pê? daxwez û berjewendiyên xwe, ew xwedî rûmeteke netewî ye, ew bes bi tenê jî be, vê taybetiya astebilind her ya xwe bi xwe ye. Kesek û çi hêzek nikare vê taybetiya birûmet jê bigre yan jî jê biqetîne.

Lê eger bernavê „neteweyetî“ nehatibe heq kirin, bi rastî ew prensîbên neteweyetî û mirovayetî di mirov de bi cîh nebûbe, bi hezaran sazî, kes û hêz jî bihên gel hev, nikarin biryara neteweyetî bo mirov yan jî hunermendek bidin, bidin jî vala ye.

Di van rojên dawî de ?ivan Perwer li gel van pirsgirêkan gelek dihête genge?î kirin. Hin sazî, kes û malperên Kurdî wî rexne dikin (malpera me jî tê de) û hin sazî, malper û hêzên Kurd jî bi heman tundî wî diparêzin û hêri? dibin ser wan kesên ku helwesta ?ivan rexne dikin.

Kî dibe bila bibe, eger gava rexne bû mijar, berî her ti?tî zemîn û bingeheke berbiçav ya rexneyê divê hebe, wekî din her gotin dibe îftîra û lêzêdekirin. Jixwe çi têsîreke vê gotinê jî çênabe.

Çima di van rojan de ?ivan dihête rexnekirin?

Çend bûyer bû sedema van rexneyan.

Berî demekê, serokwezîrê Tirkiye Erdogan, li gor „rêvekirina Kurd“ xwest ?ivan bihîne Tirkiyê. Hin bi gotinên „xwe?“ behsa ?ivan kir. Wî got: „Mirov gava ji dengê ?ivan Perwer karesate Helebcê gundar bike, ma dikare jê tesîr nebe û nekeve nav xem û kovanan?“ Helbet armanca wî heye, lê dîsa jî axiftineke însanî diyar dibû. ?ivan yekser ev tevazûyê bersivand û got, „Ez spas dikim, ku serokwezîr  dengê min ecibandiye.“ Eve ev helweste mirov dikare di pîvana neteweyetî de derxîne jor yan jî bixîne jêr, ?ivanî di destpêkê de dest bi xwexistina jêr kir.

Çima?

Jiber ku Erdogan behsa karesata Helebcê dikir û ?ivan jî ketibû biliya „ecibandina dengê xwe“ ji layê Erdoganî… Ev yek kompleks e, kompleksa bindestiyê ye. Lo bira, bi mîlyonan Kurd dengê te diecibînin, ma ev  têra te nake? Ya din jî, mijar di vê diyalogê de ne dengê te ye, karesata Helebce ya bi hezaran ?ehîdên Kurd e, ca ji kerema xwe hinek ji biliya xwe rizgar be, hinek ji egoîzma xwe bifitile…

Pa?ê ?ivan ket rojeva çapmeniya Tirk û dest bi daxûyaniyan kir: „Ez vê rêvekirinê destek didim.“ „Ez êlçiyekî çandên Tirkiyê me.“ „Mesûd Barzanî teklîf kir ku ez bibim wezîrê çandê, lê min qebûl nekir.“ Yanê bi vekirî mesajên çûna Tirkiyê da. Hemin çûna Kurdistan û Tirkiyê mafê wî ye, lê eger hunermendekî netewî be, di vê bizavê de jî diviyabû wî berî her ti?tî prensîbên miletê xwe xistiba pê?, ne „ecibandina dengê xwe.“

Pa?ê rojekê di nav koroyeke Tirkan de me dît ku ?ivan û wezîrê çandê yê Tirkiyê strana „memleketîm“ dibêjin. Belê ?ivan Perwer tevlî koroyekê bûbû û strana „memleketîm“ digot. Me di derbarê vê yekê de nivîsî, ev stran straneke nijatperestî ye û înkara Kurdistanê dike û her wiha ev stran di zîndana Amedê de wek ?ikenceyeke psîkolojîk dihate gotin û bi girtiyên Kurd pê didane gotin.

Hin malper ev yek rexne kirin û gelek mafdar bûn. Lê ?ivan ev car jî, di ?ûna ku ji gelê xwe lêborînê bixweze, gotinên wisa kir ku miletê Kurd û bi tevî saziyên wî yên siyasî, çandî, dîplomasiyê berjêr kir. „Kurd di dîplomasiyê de sifir in.“

„Kurd divê sosyal bin!“

Belê evana hemî jî karektera ?ivan destnî?an dikin, karektera hunermendekî bindest û xwedî psîkolojiyeke binkeftî… Jiber ku eger mirov miletê xwe biçûk bike, berî her ti?tî xwe biçûk dike, lê ?ivan qasî ku vê rastiya gelek hêsan jî fêm neke, ketibû nav te?qeleyên biliya xwe… Egoîzm çavê ?ivan kor kiribûn… Heyîf…

Lê ?ivan di vê çûna xwe ya xeterîn de neradiwestiya. Ev car jî di konserke xwe de behsa Pê?merge kir û tinazên xwe pê anîn. „Pê?merge berî wek ?êran bû, niha zik berdaye!“ Helbet ev yek henek bû, lê di binê her henekê de rastî jî hene. Û ev yek eslen pir guneheke mezin jî nîne, yanê mirov dikare pê?merge rexne bike jî. Lê ?ivan gava jiber vê gotina xwe hat rexnekirin, êdî kontrol seranser wendakir. Ji tehdît heta gotinên pir kirêt di derbarê rexnegirên xwe de kirin, daxûyaniyên tehdîtkar dan û hin saziyên wek xwe anîn ber hev û wan di vê ?erê „kesayetiya“ xwe de bikar anîn… Jibo rexnegirên xwe „dijmin pîstir, xwefiro?, zikre?“ bikar anîn. Bi rastî ev helwesta ?ivan mirov ditirsîne û mirov dikeve nav hesteke cûda. Belê, ?ivan çima ewqas agresîv e, çima heta tehdît û re?kirin hemî metodan bikar dihîne? Ez bi xwe vê yekê ba? fêm nakim. Mîna wî mafê her kesek e ku rexne bike, çima rexne ewqas tesîreke neba? li ser wî çêdikin?

Eger rexne ew qas tesîr li ser wî çêkiribin, ev yek dihête vê wateyê ku, nexwe ev rexne ne ew qas vala ne, yanê ti?tên di cîh de jî hene û ev yek rastiya ?ivan nerihet dike. Ya herî bi xeter jî ev e, ku nebe ku ?ivan jibo çûna xwe ya Tirkiye (ez bi zanebûn dibêjim Tirkiye, jiber ku ew bi vî aweyî biçe Amedê jî, ew nabe seredana Kurdistanê) bi rayedarên Tirkiyê re li hev kiriye û niha jî jiortêrakirina hemî astengiyan „hel“ dike. Gelo çi sedem dikare ?ivan motîve bike, heta ku ew biçe û Dilbixwîn Dara tehdît bike? Belê, wek xwe, em jî di hin mijaran de rojnamegeriya Dara carina rexne dikin, wek her kesek ew jî xwedî kêmasiyan e, lê ev rastî jî çi caran mafê nade kesek ku dest bi tehdîtan bike, gotinên bi heqaret û bebrjêrkirinan bike. Divê nehête jibîrkirin ku xizmeteke Dilbixwîn Dara jî ya jibo kultur û ragîhandina miletê xwe jî heye.

Her wiha, heqaret, peyvên xirav û tehdît destnî?aneke din e. ?ivan heta niha jî dihate rexnekirin, gelek hi?k hem jî, lê wê çaxê gelek rojnamevan, nivîskar û rew?enbîr ew parast û xwedî derketin. Lê ya balkê? ev e, têkeliya ?ivan û Tirkiye xurttir dibe û helwesta ?ivan ligel miletê xwe, rew?enbîr û rojnamvanên miletê xwe, siyasetmedar û pê?mergeyên miletê xwe dijwartir dibe.

Gelo çima?

Jibîr nekin di dîroka welatên dagirkirî û her wiha di dîroka Kurdistanê de ev nimûne pir in, kê çi caran ji refên welatê xwe qetiyabin û çûbin refa dagirkeran, miletê xwe biçûk dîtine û bi rastî bi halekî pir dijwar li hember gelê xwe helwestên xirav danîne.

Jiber ku hem Kurdayetî û hem jî evîna l igel Tirkiye û „Memleketîm“ pêkve nabe…

?ivan serê xwe li kevirê herî mezin jî bixe, ev rastî nahête guhertin. Û divê nehête jibîrkirin ku xizmeta bi sîh salan ya miletê xwe jî ne garantiya çi ti?tekî ye…

Garantiyeke mirov bi tenê heye: Exlaq û Kesayetî ya ku bes bi hebûna milet û civaka xwe ve mezin dibe, belê garantiya me Kurdan bes ev e…

Jêder: http://kurdistan-news.net/

About The Author