Dev ji me, xwe û Şivan Perwer berdin!

Nîqaşên di derbarê hozanê me şivan Perwer de didomin û herkes ji alîyê xwe de li gel yan li dij, daxuyanîyan derdixin.  Di vê derbarê de hem li gel û hem jî li dij şivan Perwer bi sedan emaîl û bi dehan nivîs ji me re hatin şandin. Lê sînorê me kifş e û me nivîsên li dijî şivan neweşandin, naweşînin. Lotikxane dijberîya merivê Kurd nake û heta ji me bê emê nekin jî. Lê em sînorê rexneyên xwe jî zanin û wan rexneyan di wateya dijminatîyê de tucar bi kar naynin.

Mesele ji konsera Berlînê û “zikmezinbûna pêşmergeyan” dest pê kir. Pêşî malpera Amûdê.com bûyer belav kir, piştre jî malpera Avestakurd û generalê wê Dilbixwîn Dara  got ku şivan Perwer ew di galaya flîmê “Min Dît” de bi kujtinê tehdît kiriye û belge jî di destên wî de hene. Bi vî awayî mesele mezin bû û bû mijara sereke.

Li gora min henekpêkirina “zikmezinbûna pêşmergeyan” ne henekek di ciyê xwe de bû. Tew li ber balyoz û wekîlên Tirkiyê henekpêkirina pêşmergeyan ne tiştekî rast bû ji ber şivanê me baş zane ku “henek dibin genek” û di bin her henekekê de “rastîyek” jî heye.  Erê meriv di nav xwe de, di civatek Kurd de henekên bê sansûr jî dike, ev ne qebhet e. Lê gava tu li pêşberî balyozên Tirk û Almanan zik li pêşmergeyan bikî meşk, helbet cuda ye, dibe tiştekî din û wê Kurd jî pê bêşin. şivanê me berî demekê dîsa gotibû “Kurd di dîplomasîyê de sifir in, divê Kurd sosyal bin” û nesosyalbûna Kurdan anîbû zimên. Madem şivanê me zane ku Kurd ne sosyal in, çima li hember Tirkan û raya giştî henekan bi pêşmergeyên vî milletê asosyal dike ez jî nizanim. şivanê me baş bîra van tiştan dibe, ne xeşîm e û civaka Kurd jî baş dinase.

Werhasil…

Şivan Perwer şivanê me ye. Qenc be jî yê me ye, xerab be jî yê me ye. Divê em bi giştî bi aqlê selîm nêzîkî hev bibin û kêfa dijminan li xwe neynin. Helbet gotinên wek “ji dijmin pîstir, xwefiroş” û wekî din ne layiqî kesekî mîna şivan e. şivan Kurdekî naskirî ye û divê bizanibe ku rexnekirina wî nayê wateya dijminatîyê. Yan divê tenê hunermendîya xwe bike û siyasetê neke, yan jî helbet wê xelk wî rexne bikin û li ser binivîsin jî.  Rexnekirin ne dijminatî ye, ne xwefiroşî ye.  Hinek rêxistinên me jî bi salan e bi heman fikarê lotikan davêjin. Hêvîdarim şivanê me xwe ji vê psîkolojîya “yên min rexne dikin dijmin û xwefirşo in, yên li çepikan dixin baş in” dûr bixe û gotinên xwe bi pîvan bêje.  Bi pîvan bêje ji ber şivan hozanê vê civaka Kurdên asosyal e û van Kurdên asosyal ew kiriye şivan Perwer.

Helbet ev gotinên me gotinên dostanî ne. Ji herkesî zêdetir em naxwazin ku hunermendekî me bêşe, bê êşandin û Kurd bibin benîştê devê xêrnexwazên milletê Kurd.  Hem şivanê me û hem jî kesên ku wî rexne dikin, divê sînorên rexne û gotinên xwe zanibin, hem xwe û hem jî Kurdan di awira gelemperîya cîhanê de nehetikînin. Ev ne layiqî me û doza me ye.

Birastî min qet nedixwest ez di vê derbarê de binivîsim. Ji ber ku ez ji dijminatî û berberîya nava Kurdan hez nakim, min xwest ez bêdeng bim û vê carê hefsarê trêna Lotikxanê têxim destê sekreterê xwe Sofî Xelef. Lê piştî min dît ku Sofî Xelef dest bi vexwarina eraqê dike û hefsar ji destê xwe berdide, ez mecbûr mam ku rê li ber van lotikên bêîman bigrim û ji nîqaşên li ser şivan Perwer re bêjim.Êdî bes e!

Bav û kalên me çi dibêjin hûn zanin gelî xwendevananş

Dibêjin:”Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro”

Ez bi navê “Demokratîk Lotikxane Partîsî” hêvîdarim ku wê Kurd tiştên baş bikin û wek dîk û mirîşkan ranebin hev.

Di dawîya vê lotika xwe de ez bang li malpera Avestakurd û Dilbixwîn Dara jî dikim û dibêjim:

“Law cîgerim, şivan Perwer û Kurdên me herî zêde bi daxuyanîya te êşiyane. Madem tu dibêjî “şivan Perwer ez bi kujtinê tehdît kirime”, yan wan belge û delîlên di destê xwe de biweşîne û bela rastî derkeve meydanê, yan jî daxuyanîya xwe tekzîp bike û lêborîna xwe ji şivan Perwer û Kurdan bixwaze qardaşim, wî!”

 Pîrkemal

Başçawîşê Lotikxanê

Ezmanê hefta, qata 2010, ode no 31.

About The Author