Em jî birçî ne cîgerim!

Wek hûn zanin, konferansa jinên Kurd li Amedê çêbû û lotikek pîroz hat avêtin. Pi?tî konferansê, serokê me cîgerim Osman Baydemîr jî lotikek pîroz avêt û jinên Kurd dawetî xwarinekê kir.

Werhasil sayin seyircîler, di xwarin û vexwarinê de qisûr nehat kirin û îkramek mezin ji jinên Kurd re hat kirin. Ê helbet canim, jinên me ji parçeyên din, ji rêyên dûr hatibûn konferansê, ma ji Amedîyan re ne ?erm e ku wan bi zikê birçî bi ?ûn de bi?înin ne, wî! Amedî merd û ciwamêr in babam, heçê bêje na bela kerem bike meydanê.

Lê gava min li sifre, li xwarin û vexwarina wan tema?e kir, law bi namûs girêza devê min herikî ha. Ji ber ez rebenê xwedê tam 10 roj bûn birçî bûm û zikê min dikir qure qur, dilê min bi min û hevalên min ên esrarkê? ?ewitî dînime îmanime.

Law ma em esrarkê?ên Amedê ji Ey?ika Ereb in qarda?im? Rojekê xêrekê bi dê û bavê xwe bikin û me jî dawetî xwarinekê bikin babam, wey? Erê em ne jin in, lê em jî çêlîkên vî welatî ne lo, hella hellaaaaa!

Ê de no?îcan be û aqûbet li serê zilaman be jî rebbî….

Amed

About The Author