Îraqê pê girtiye

Di ser avabûna dewleta nû ya Îraqê re 21 sal derbas bûn. Li gor fitne û fesadên Ingilîz, Îraq ji demokrasîyê dûr ketiye û pê girtiye. Li gor fitne û fesadên Ingilîz, dibêjin Îraqîyên qûnreş ji pêşeroja welatê xwe bi guman in û ditirsin ku qûnekekî wek Saddam Hisên dîsa li ser serê wan bibe axayê bê dîn û bê îman.

Rêxistina Economic Intelligentsê ya Ingilîzên bêbav, di vê derbarê de raporek weşandiye rêjeya demokrasîya li Îraqê raxistiye ber çavan.
Di raporê de hatiye gotin ku, “Ji 165 welatên demokratîk, Îraq di rêza 128ê de ye û tenê di asta 2.88 de ye. Rêxistina Economic Intelligentsê herweha awayê desthilatdariya li Îraqê wek xwesepandin destnîşan kiriye.
Economic Intelligentsê paşveçûna demokrasiya li Îraqê bi çend sedemên serekî nirxandiye. Wek zêdebûna komên çekdar û milîsan, binpêkirina madeyên destûrî, nebûna baweriya bi pêkvejiyanê, hizira xwesepandinê û binpêkirina mafên rojnamevanan.

Werhasil, xuyaye di têkçûna demokrasiya Îraqê de bandor û desttêwerdanên sofîk û melayên rejîma Îranê pir e. Sofîk û melayên rejîma Îranê naxwazin demokrasî bê Îraqê, dixwazin destketinên Herêma Kurdistanê têk bibin û cîh li Kurdekan teng bikin.

Naleta xwedê li wan be rebbî…

About The Author