Delîlo kirin tirr, ma dora Tango!

Yaw cîgerim, her ku diçe hinek kes dixwazin me hînî tirr û fissên bergîlkî bikin. Ded û kulên me, barê li ser pi?ta me ne besî me ye, îcar radibin me Amedîyan hînî Tango û Mango dikin û dixwazin me bidin ber lotikên Latîn Amerîkankî.

Law ma Kurd û dansa Tango? Ma Kurd û Samba û Ramba? Me çi „Delîlo“ û „Xurfanî“kiriye tirr, ma maye dora Tango qarda?im?

Belê sayin Lotikxane seyircîlerî, „Festîvala Kurdistanê ya Tango ya Arjantînî“ dest pê kir û bêhna tirr û fissên Tango û Rangoya Arjantînî ji Amedê fûriya.  Festîvala Tango sê rojan dajo û xwedêgiravî wê Amedîyên me di vê festîvalê de hînî lotikên Arjantînkî  bibin. Her çiqas oldar, sofî û melayên me dibêjin Tango heram e jî, lê em Amedî lotikhez in, Delîlocî, Tango û Rambocî ne dînime îmanime.

Werhasilî kelam, roja pê?în ez çûm û min çend lotikên Tango û Rambo  avêtin. Lê babam bi dîn û îman, lotikên Tango ji lotikên ker û bergîlan zehmettir bû ha, wî! Hew nemabû ez herdu lingên xwe bi?kînim ellawekîl…

Na qarda?im na, bi ?e? telaqan ez „Delîlo“ nadim bi 101 bavê Tango, Samba û Ring û Ding babam. Delîlolka me zêdeyî serê me û bavê me ye, Tango û Dîngo ji me re ne lazim û hûn sax….

Amed

About The Author