Dewrêş Û Felît

Li herêma me wek hûn dizanin, dema ku dawetek an jî ?wînek-taziyek çêdibe, kesên xwedî e?îr bi hev dikevin û bi sê-çar trimbêlan diherin…

Dewrê? û Felît ji Qosera Mêrdînê ne. Çi dawet, ?ahî an jî ?wîn çêdibû, bi hev re diçûn. Yekî bêyî ê din gava xwe nedavêt derêhan…

Rojekê li gundekî beriyê dawetek çêdibe û Dewrê? û Felît jî tevlî heft-hey?t zilaman, bi du trimbêlan diherin dawetê. Heya ku digihan ciyê ku diçûnê, qerf û qotên xwe dikirin. Jixwe gelek kes jî ji bo qerf û qotên wan bi wan re radibûn û rûdini?tin û bi wan re digeriyan…

Demsal bihar bû û zad qamekê bilind bûbûn.
Herdu trimbêl dikevin rê û berê xwe bi gund vedikin. Ji bilî Dewrê? û Felît, Xelef, Cahît, Salih, Cimha, Bedirxan û Sîno jî bi wan re ne.
Dewrê?, wek her car di ?ifêrmehelî de xwe qup kiriye, inî?ka xwe di deriyê trimbêlê re derxistiye û li dîmenên derve dinêre. Di ni?kê ve mîz zorê didê û Ji ajovan re dibê:

“Hela Saliho ji kerema xwe trimbêlê li qiraxa rê bisekinîne, ez herim di nav wî zadî de destmêjka xwe bi?kînim. Mîratmayo nema xwe radigre!”

Piqînî bi hevalên wî dikeve. Bi derketina Dewrê? re, Felît jî deriyê trimbêlê yê dawîyê vedike û xwe li derve diqewimîne. (Trimbêla ku Dewrê? tê de teqez divê Felît jî di wê de be) Bi bi?irîn dibê:

“Dewrê? weyy Xwedê û Pêxember ji te razî be kuro! Qey tu di dilê min de yî! Bi Eiawekîl hema hema wextî min bin xwe hênik bikira…”

Hê dewsa zimanê Felît zuha nebûye, Dewrê? dibê:

“Ne ji terikê min be, halik û malikê te tune ye law Felît!”

Dewrê? herdu destên xwe dixe noqa xwe û li dora xwe dinêre. Qederê bîst gavekî ji wî wê de, çend kes ji wî xuyadibin. Di nav zêd de dixebitin… Dewrê? di ber xwe de dibê:

 “Bi telaq vana ne vala ne. Qey ulim niha ji bo xwarin û vexwarina wan firax miraxin bi wan re hene.”

Xwe bera nav zêd dide û wek pisîkê li gûyê xwe bigere, li derdora wan karkeran bi dizî dihere û tê. Bi carekê misînek ber bi çavê wî dikeve. Xwe qulûz dike û bi dizî dihere radihêje wî misînî û ji wir bi dûr dikeve.
Navbera wî û Felît deh gavek heye. Di cî de xwe bera erdê dide. Pantor û binderpiyê xwe ji xwe di?eqitîne û xwe kerr dike. Karê xwe diqedîne qûna xwe di?o û radibe binderpî û pantorê xwe dik?îne xwe. Dihere misînê xwe datîne ciyê berê û xwe li nav zêd diqewimîne. Hê xwe negihandiye ser rê, Felît dike qîjeqîj:

“Dewrê?! Dewrê?!… Min rî, lê ez qûna xwe bi çi paqij bikim hihi?”

Dewrê? nahêle peyva Felît bi dawî bibe, dibê:

“Weleh Felît min qûna xwe ?u?t, ka were ez bi qûna te de bimîzim bila qûna te jî paqij bibe…”

Bi bersîva Dewrê? re kes li ser hev namîne; piqînî bi gi?an dikeve.
Dewrê? daqûlî kevirekî sertûjik dibe û davê cem Felît. Kevir dihere li nêzîka Felît dikeve. Dibê:

 “Ha ji te re kevir, madem ku tu bi mîza min qayil nabî, wî kevirî biebîne xwe!”   

 
 Mêrdîn

About The Author