Namûsiz bi 100 hezar dolar keçek 13 salî kirî

Ez niha devê xwe bilewitînim û dijûnan bikim, hûnê bêjin ma ne yabo Re?o dîn bûye û aqilê xwe xwariye.

De li vê bêwîjdanî û neinsanetîyê binerin û bifikirin.

Senatorê Nîjerî Ahmed Sanî Yerîma, wek bavê Teyar mêrê sê jina ye, Jina wî ya herî piçûk 15 salî ye. Lê bêbexto dîsa jî têr nebûye, rabûye 100 hezar dolar daye, ji Misrê keçikek 13 salî xwestiye û bûye mêrê çar jinan, Qûneko bi xwe 49 salî ye û wek gayê nav garanê ji lotik û zîtirkên bêwîjdanî têr nebûye.

Axir, niha dezgehên mafê jinan rabûne ser tapanan û didin bin dûvê Yerîma efendî. Dezgehên mafê jinan ji jiyana keçika 13 salî di ?ik û gomanê de ne û bawerin ku wê rebena keçikê nikaribe xwe li ber zîtirkên bêbavê Yerîma begefendî bigre. Lê Yerîma efendîyê tolaz bi sê telaqan sûnd dixwe ku keçik ji 13 salan mezintir e û lotik motik jê re hayella ne.

Werhasilî kelam, ev  sermezin û mejîkevnarên Afrîka û Rojhilata Navîn, jin kirine kole û cêrîyên xwe û ha ha ayetan li gora berjewendîyên doxîna xwe dadixin.

Ê law hey nizanim çi, qerasekî 49 salî û keçika 13 salî ji hevre çi dibêjin kurê min? Here ji xwe re bi kerekê re bizewice û dev ji van keçik meçikên zaro berde ewladim, wey!

Nîjerya

About The Author