Yekem otêla berdîberdanê

Yekem otêla ?ût û rûtan li navçeya Datça ya Tirkiyê vedibe. Ê helbet canim, rêdana demokratîk û reformên hikûmeta Kasimpa?alî Receb bi kêrî „nûdîst“an jî hat û xwedê da wan. Nûdîst ji wan kesên ku dixwazin bi xwezayî (natûrel) bijîn re tê gotin. Yanî, kesên ku dixwazin ?ût û rût, tazî û mazî bijîn ha we fêhm kir!

Axir, xwedîyêm otêla berdîberdanan dibêjin:“Kampa nûdîstan tenê ji tûrîstên biyanî re vekirîye, em nahêli kesên ji Tirkiyê xwe di vê kampê de berdin çolê û xiyar, hêk û bacanên xwe derxin mazatê“ û lotikekê li Tirkan jî dixe. Yanî, kamp ji bo tûrîstên biyanî ye û wê kesên ji Tirkiyê nikaribin di kampa vê otêlê de xwe ?ût û rût bikin.

Lê ti?tê balkê? çi ye hûn zanin?

Wê di vê otêla ?ûto rûto de tenê jinek Tirk di midbexê de kar bike û xwarinê çêke. Jinika bi navê Zulbîye Hunerlîoglû a 29 salî çi bêje ba?e?

Dibêje:“Ezê di midbexê de xwarinên xwe? çêkim. Ketina hindur qedexe ye, lê ku xiyarên tazî hatin midbexê, ezê berê xwe ji wan biguherim û mesele safî dibe“ û xema wê nîne ku zilamek tazî têkeve midbexê.
Axir, kampa ?ût û rûtan li Datça yê vedibe gelî lotikvanan. Xuyaye ev jî berhema demokratîk cimhûrîyetê ye ellawekîl.

Kesên ku bixwazin jiyanek „nûdîstî“ bijîn û ti?tik mi?tikên xwe berdin çolê, kampa Datça hazir û amade ye wesselam…

Tirkiye

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author