Ê de were ha mêro!

Hinek siyasetmedarên Tirk êrî? û dagîrkirina çiyayê Qendîlê wek lîztika zarokan dibînin û virde wêde lotikan davêjin. Meselen serokê Partîya Demokrat Husamettîn Cîndoruk.

Husamettîn begefendî, rexne li siyaseta Kasimpa?alî Erdogan kiriye û gotiye:”Kasimpa?alî Receb li ?ûna ku ?erê artê? û generalan bike, bela ?erê terorê bike qarda?im” û pi?tgirî daye generalên çeteya Ergenekonê.

 Husamettîn begefendî, di civîna navçeya Çankaya ya Enqerê de axivî û çend lotikên beredayî avêtin derûdorê. Çîndoruk efendî, di civînê de gotiye:”Binerin oxlim, parlamentoyê salek destûr da ye hikûmetê ku sînor derbas bike û biçe ser meqerên PKK. Lê hikûmet wek pisîkê mexel hatiye û dengê xw dernaxe. Divê hikûmet sînor mînoran biçirîne û yekser êrî?î ser çiyayê Qendîlê bike, dagîr bike, dawî li terorê bîne û tirrê ji gerîllayan berde” filan û fîstan.

Axir, dibêjin “ziman bê hestî ye”.

Law ma dagîrkirina Qendîlê ewqas hêsan e babam? Madem tu ewqas niyetdarê êrî?a ser Qendîlê yî, ê de were haaa, rahije tifinga xwe û were qarda?im, ma kê destê te girtiye cîgerim?

Were çay û qehweyek me vexwe de were, dev ji wan axavtinên salon malonan berde û were çiyayê Qendîlê hewakê bistîne yallaaaaa….

Mexmûr

About The Author