Ew mabû, wî jî bazda ser pîrka xwe

Wey dinyayê wey, weyla ez di wilo dinya û insanetîyê de bimîzim erê welle û hew. Law  bi ellawekîl êdî insanetî bûye pênc qirû? lo, wî! De binerin bê dolheramê Phîl Baîley çi tirr ji pîrka xwe (dapîra xwe) berdane.

Li gora kovara „New Îdea“ ya New Zelandî radigihîne, Pearl Carter (72 salî) û torinê wê Phîl Baîley (26 salî) wek Leyla û Mecnûn dil ketine hev û qû? li hev qetandine.

Li gora nûçeya kovarê, Phîl Baîley torina Pearl Carter e û pi?tî salên dûdirêj cara pê?în hevdu dibînin û nas dikin. Pi?tî ku pîrê û torinê xwe hevdu nas dikin, dil dikevin hev, tenûra wan germ dibe û nanê xwe pê vedidin. Dibêjin xwedêgiravî niha dixwazin zarokan jî çêkin û bibin malbatek kesanedî.

Erê kuro, li Tirkiyê Tirk bazdidin ser keçên xwe û Phîl Baîley ê Amerîkî jî tenûra pîrka xwe kiriye pizot û ha ha xwe li ber agirê wê germ dike.

Ê law ma ev ne heywantî be çiye gelî xwendevanan?

Amerîka

About The Author