XWEDÊ KESÎ REBEN, BELENGAZ NEKE

Demên berê xort û keç bê hevdîtin dizewicandin. ?êwaza xwazgînîyê dibû sedema gelek zewacên sosret.Yek ji wan jî zewaca Neco û Ey?o bû. Neco zilamek henekker bû, Ey?o jî belengaz , bêhi? û fêmkorî bû. Çewt an rast çi bihata gotin pê bawerîya xwe dianî.

Neco rojekê hingiv tîne malê, hinek jê pêtag e, hinek jî hingivê normal e. Ey?o qe hingiv pêtag nedîtiye, dibê: “ Wîîîî pepûkk, evê  wek zîrça mirî?ka çiye te anî?

Neco bi henek dibê: “ Jinik ev hingivê mirî?ka ye, ev jî yê kûçika ye , tê xwarin.”  Ey?o matmayî dimîne lê bawer dike.

Pi?tî çend rojan ?evekê zilamek keçikekê direvîne tên xwe diavêjin ber bextê Neco. Neco dibê: “ Hûn di ser çavan re hatine, hela demekê li vir bin heta em navbera malbatên we ba? dikin, li hev tînin. Pa?ê bi dilê rehet biçin mala xwe. Ku gilî bê kirin ezê we ve?êrim û nadim destê cendermeyan.

Herdu delalî dibên: “ Ba? e, Xwedê ji te razî be “,

 Wê ?evê ixbarî tê kirin û cenderme dor li malê digirin. Neco xort û keçikê bi dizîka derbasî axur dike. Ji jina xwe Ey?o re dibê: “ Cenderme hatin, bikeve bin karyolê (somya)“. Ey?o dikeve bin karyolê xwe vedi?êre. Cenderme li malê digerin, yek li bin karyolê mêze dike waye jinek têde ye. Bi lingê Ey?o digire, Ey?o jî bi lingê  karyolê zexim girtîye bernade. Pa?ê dik?înin derdixin, bala xwe didinê ku ne ew kesa ye. Neco û cenderme bi vê bûyerê gelek dikenin, cenderme diçin werhasil.

Dibe sibe wê ta?tê bixwin. Neco deng li Ey?o dike dibê: “ Ey?o ka hinek hingiv jî bîne em bixwin“. Ey?o diçe alîyê xwaringehê difikire nikare biryar bide ji kîjan hingivî bîne ser sifrê. Derî vedike li ba mêvanan dibê: “ Neco, ez ji kîjan hingivî bînim, ji yê mirî?kan an ji yê kûçikan?“

Pilqînî bi mêvanan dikeve, ji kenan ji xwe ve diçin. Neco dibê: “ Ey?o hema ji yê kûçikan bîne xwe?tire“.

 Werhasil bi kêf û henek rûdinên ta?tê dixwin.

 Birastî Kurd niha wek Ey?o reben û belengaz kirine. Hema çi dibêjin Kurd jî dibên “ erê “. Berê gotin “ Kurdistanek serbixwe û azad “ Kurdan gotin “ erê “.  Niha dibêjin “ federalîzm, konfederalîzm û nizam çi quzilqûrt” dîsa Kurd dibên “ erê “ !…

Nikarin bibêjin “ de here lo, em êdî bi we bawer nakin babam, êdî bes e law!“

     Kurdistan

About The Author