Oxlim wek mirî?ka gêj anî serê Japonan

Japon gêjomêjo bûne û dibêjin:“Ya starrrrrrr, di dîroka me ya 130 salî de ev sosret nehatiye serê me û me lotikek bi vê ecêbê nexwariye“ û serê xwe li hêt û dîwaran dixin.

De binerin bê qûnekekî Tirk çi tofan û ecacok li serê Japonên reben rakiriye.

Tirkê bi navê Serkan Anilir, li ser navê wezaretek dewleta Tirkiyê belgeyek sexte çêkiriye, bi wê belgeyê çûye Zanîngeha Tokyoyê û rayedarên zanîngehê re gotiye:“Aha ji we re belge û delîl babam“ û li zanîngehê dest bi xwendinê û qa?o qedandina doktora xwe kiriye.  

Di belgeya sexte de hatiye nivîsandin ku „Serkan Anilir astronot e, sportmen e, xelatên navnetewî stendine, zanyarek navnetî û serbilindîya Tirkan e, 5-6 zanîngehên navnetewî qedandine, mejîyê wî wek seetê dixebite, yek ji wan mirovên herî zîrek û biaqil ê dinyayê ye“ filan û fîstan.

Ê helbet kêfa rayedarên Zanîngeha Tokyoyê pir tê û dibêjin:“Oooxxxxxxx, bi telaq me masîyek mezin ji xwe re girt“ û Serkan Anilir wek doçent û pispor qebûlî zanîngehê dikin.

 Werhasil, çapemenîta Tirk jî ha ha pesnê Serkan efendî didin û dibêjin:“Way anasina, Serkan ?an û ?erefa me ye, zanyarekî me bû rêberê Japonan“ û wî difirînin ber perê ezmanan.

Lê pi?tre ?an û ?erefa wan çi derkeve ba? e hûn zanin?

Sextekar! Hem jî sextekarekî herî mezin.

Pi?tî ku tê dîtin belgenameya wî sexte ye,  ?eytan bi Japonan dikene û cêrek ava cemidî bi ser serê wan dadibe.

Di vê derbarê de rektorê Zanîngeha Tokyoyê Junichi Hamada ji rojnama Yomiuri Shimbun re gotiye:“Aha îcar em di ser re hatin ellawekîl! Bi ?e? telaqên jinberdanê, di dîroka me ya 130 salî de sosretek wilo nehatiye serê me û kesî em nexapandine. Lê vî qûnekê Tirk dawa me li serê me pêça û em jî wek xwe qûnek kirin kuro“ û pirça serê xwe hildike.  

Ez serê we neê?înim cîgerlerim, aha Tirk wilo tînin serê xelkê ha. Bi van fen û fûtên xwe Kurdistan dagîr kirin û xwelîya heft gundan li serê Kurdên xwelîliser  kirin. Ma go ne ji van fen û fût, dek û dolabên wan bûya, karîbûn bidin bin dûvê me û Kurdan bixapînin babam!

Tokyo

About The Author