Ma miftî ji Ey?ika Ereb e law!

Dibêjin miftîyê taxa Sariyer a Stenbolê Dr. Ahmet Duran, ji ber sextekarîyê hatiye girtin û berê wî dane qulika hepsê.

Dibêin xwedêgiravî miftî efendî û çend mela û sofîkan dest dane hev û dest bi çêkirina fatûre û belgeyên sexte kirine, dewleta virqo  bi 100 hezarî xesirandine. Pi?tî ku miftî efendî ji „Umrê“ yanî ji hecê vedigere, polîs li balafirxanê bi qerpika stuyê wî digrin û tirrê jê berdidin. Niha rebeno di hepsê de ye û tizbîya xwe virde wêde dihejîne.

Ez serê we neê?înim, ji generalan bigrin heta bi wezîr û kizîran, ji eske rû polîsan bigrin heta bi karmendên postexanê, ji pisîk û mi?kan bigrin heta bi dîk û mirî?kên Tirkiyê dizîyê dikin, bertîlê dixwin û xurcika xwe dadigirin. Lê miftî, mele û sofî?

Miftî û meleyên ku xwe wek berdevkê ol û dîn dibînin û qa?o gerek nehingivin malê heram, ketine nav karwanê diz û bertîlxuran û lotikekê li „heram û helalbûnê“ dixin.

Êêêêêê, ev dinya bûye dinya zikmezinan qurban. Kesê ku li vê dinyayê zikê xwe têr û mezin neke, bawer bikin wê li axretê jî jar û perî?an û li ber dîwaran bin ellawekîl.

Ê helbet canim, ma miftî efendî ji Ey?ika Ereb e law? Ma yê xelkê can e yê wî bacan e? Ma bertîl û dizîyê jî neke wê rebeno çawa têr bixwe? Wê çawa mesrefa çûn û hatina hecê bide, wey!

Neyse,  heçê here masîyan wê qûna wî ?il bibe ha miftî efendîîîîîîîî!

Stenbol

About The Author