May 4, 2010

Yasînê me dengê Kurdan dixwaze

  • by Lotikxane
  • 8 Years ago
  • 3

Divê Kurd di her qada teko?înê de cihê xwe bistînin. Bi taybet Kurdên li Ewrûpayê divê di qada siyaseta Ewrûpayê de li pa? nemînin û di nava siyaseta Ewrûpî de doza xwe pê?de bibin, bibin dengê Kurdan.

Di van demên dawî de Kurdên me yên li Ewrûpayê di nav partîyên Ewrûpî de vîh digrin û hewl didin ku di siyaseta Ewrûpayê de bibin dengê Kurdan û pirsa Kurd têxin rojeva Ewrûpîyan, doza Kurd bikin parçeyek ji civaka Ewrûpayê. Bi dehan mînak hene ku Kurdên me ketine ?aredarîyan û di wan ?aredarîyan de wek Kurd dixebitin û wek Kurd tên naskirin. Helbet ev jî ?anazî û serbilindîya me ye.

Yasîn Kut, yek ji wan Kurda ye ku ji roja pê?în de her ti?tê xwe di ber doza Kurd de feda kiriye û niha li Almanya jî heman erka xwe pêk tîne. Yasîn Kut, bi xwe ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye,  di nav Partîya Çep (Dîe Lînke) de debata xwe didomîne û namzetê Parlamentoya Eyaleta Nordrein Westfalîa (NRW) ye.

Hilbijartinên NRW di 9ê Gulanê de li Almanya eyaleta NRW li dar dikeve û gellek Kurd di partîyên cuda de wek namzet xwe destnî?an kirine. Yasîn Kut jî yek ji wan e.

Serketine Kurdan serketina me teva ye. Çiqas Kurd karibin di parlamentoyên eyaletan de cîh bigrin, ewqas li kar û xêra Kurda ye û ji bo çêkirina lobîya Kurd pêwist û girîng e.

Em hêvîdarin ku Kurdên li Ewrûpa û bi taybet jî Kurdên li Almanya dengên xwe bidin namzetên Kurd û wan bi tenê nehêlin. Serketrin di yekîtî û pi?tgirîyê de ye û ji bîr nekin ku destê bi tenê deng jê nayê.

Ez bi xwe raya xwe didim Yasîn Kut brê min. Hema heçê raya xwe nede Kurdên xwe jina wî/mêrê wê jê berdayî be û hûn sax…

Almanya

Kurd dixwazin bandora xwe li ser siyaseta Elmanya zêdetir bikin

Yasîn Kut namzetê parlamena NRW ye!

Siyasetmedarê Kurd Yasîn Kut, ji bo hilbijartina parlamena eyaleta Westfalya Bakûr a Rhein ji Partiya Çep (die Linke) wek namzet hat destni?an kirin. Hilbijartin di 09.05.2010´an da we bê li dar xistin û Yasîn Kut ji bo „Landtagswahlkreis 123, Märkischer Kreis III“ endam e.

Yasîn Kut, Kurdekî ji Mêrdînê ye, 48 salî ye û zewicî ye, 3 zarokên wî hene, li Ludenscheidê wek karker di be?a metalê de dixebite û ji 1997 vir da endamê temsîlkarê karkeran yê sendîka „IG Metall“ê ye.

Ji 2007´an vir da ye endamê Partiya Cep (die Linke) ye,  di damezirandina ?axa partiyê ya bajarê Ludenscheidê cîh girtiye û di meha 12´an a 2008´an da wek endamê berpirsiyar hatiye hilbijartin. Di Tebaxa 2009´an da ji bo endamê meclîsa bajêr hat hilbijartin.

Yasîn Kut, ji bo endametiya xwe daxuyaniyek belav kir. Kut da zanîn ku wek Kurd ji 1995´an vir da ye di Meclîsa Biyaniyan da ji bo ku mirovên li Elmanya dijîn û dixebitin di her ware jiyanê de ?ansên wekhev bi dest bixin kar û xebatan dime?ine.

Kut di daxuyaniya xwe da ragihand ku têkiliyên wî bi ?ax û navendên rêxistinên wek KOMKAR, HEVALTI-Koln, Yekîtiya Penaberan, dezgehên Alewiyan, DIDF heye. Bi berdevkê siyaseta penaberan yê Parlamena Berlînê Giyasedîn Sayan ra têkiliyên wî ba? in.

Yasîn Kut, kar û xebatên xwe yên heta nuha û yên ji vir ?ûnda dixwaze bike, bi kurtî weha e?kere kir:

–          1976 Endamê Komeleya Çandî a ?ore?ger û Demokratîk (DDKD). Heps, teda û i?kence, penaberî, jiyan li ser çiyan.

–          1990 Penaberî bi malbatî li Elmanya.

–          1992-2000 Damezirandina Partiya Keskan li Ludenscheid.

–          1995-2000 Damezirandina Komeleya Çand û Hunerî ya Navneteweyî li Ludenscheid.

–          1995-2000 Damezirandina 1. Meclîsa Biyaniyan ya Ludenscheid.

–          1998-2000 Berpirsiyarê Ciwanan yê „Lüdenscheid e. V.“

?Ezê li dijî cudaxwazî û nijadperestiyê têbiko?im.

?Divê hemû mirovên li NRW dijîn xwedî mafê be?dariyek wekhev a jiyanê bibin.

?Divê herkes xwedî mafê hilbijartinê bibe û tu îstisnayek dernekeve pê?iya penaberan.

?Divê bi antîfa?istan, a?itîxwazan, sendikayan û hwd. ra kar û xebatên demokratîk û  hevpar li dijî çalakiyên nonazîstî bên kirin.

?Li kuderê dinyayê dibe bila bibe,ez li dijî ?er im û dive dev ji hilberînên haletên ?er bê berdan û ev hewldan ji bo kar û xebatên sîvîl bê bikar anîn.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

3 Comments Already

  1. Xwezi her kurdek, rastîya xwa ku li Ewrupa dijî bi zenibê. Heta nuha me rayê xwe didena tirkê dol heram.
    Her bijî kurd.

  2. Serkeftin dixwazim ji tera! Ez te piroz dikim! Raya xwe ji didim je tera!

  3. Degerlî Lotikxane,li welatê me Namzet denga dikirin,ez nizanim ne li Ewrupa jî deng firotin heye an na?Ku hebe ez bawerim vê gelek kes berê xwe bidin Ewrupa,Li gundê me ji xwe kesek namîne

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: