Yek ji sedema sekta dil hat dîtin

Heta niha min nizanîbû çima carna dilê min dibê „tik“ û disekine. Birastî çi cara min xanimek bedew û spehî didît, dilê min dikir kurpe kurp û wek seeta ku pîlên wê xelas bibin, disekinî. Çend caran bi vî awayî ji mirinê xelas bûm.

Werhasilî kelam…

Wê rojê min di rojnameyan de sedema sekta dilê xwe nas kir gelî xwendevanan.  Hûn zanin çi ye?

Rojnama Ingilîz Daîly Telegraph lêkolînek balkê? çêkiriye û nivîsandiye:“ Kesê ku pênc deqîqan li cem xanimek xwe?ik û bedew bimîne, asta hormona stresê (kortîzol) di bedena wan de pir bilind dibe. Ev jî dibe sedema sekta dil ku zilam karin pê bimrin û zimanê wan metrokê ji devê wan biki?e“.

Li gora encama lêkolîna ku pisporên Zanîngeha Valencîayê li ser 84 zilaman kiriye, derketiye holê ku jinên bedew û spehî bandorek mezin li ser dilê zilaman dikin û hetta ev bandor dibe sedema sekta dil û mirinê jî.

Li gora lêkolînê, dîtina jinek xwe?ik û seksî zilaman di bin bandorek fîzîkî û psîkolojîk de dihêle û asta hormona kortîzonê radike asta herî bilind. Ev jî dibe sedema bilindîya tansiyon, sekta dil, nexwe?îya ?ekir û nemêrîyê (yanî jinên bedew karin zilaman ji mêranî jî bixin).
Ez serê xwe û we neê?înim, aha sedema ku dilê min dike „çirke çirk“ û carna disekine ev jinên xwe?ik in cîgerlerim.

Ez dibêjim hûn jî wek min nekin, xwe ji jinên bedew û seksî dûr bixin û hay ji dilê xwe hebin, eman eman. Min dît û hûn nebînin, xwedê neyne serê kesî rebbî…

London

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author