Dawet ferikî, Sultan xanim hetikî

Tirkiye welatekî ecêb e. Qanûn, adet û toreyên civakê bûne ?orbe û kes nizane çi dike. Hema kî karibe bi yê din, dide bin dûv û tofanê li serê wî/wê radike.

Berî pênc salan keçika bi navê Sultan Gunden 15 salî bû. Dibêjin tenûr li Sultan a 15 salî germ bûbû, kurmik û hormonên bedena wê serî rakiribûn û germa tenûra wê bûbû 180 derece. Ji ber vê herareta zêde, Sultan xanim radibe tecawizî xortê 14 salî Î.G dike û qûnê lê diqetîne.

Werhasil, pi?tî malbatên wan bûyerê dibihîzin, herduwan dizewicînin û wan dikin bûk û zava. Sultan Gunden niha 20 salî ye, dêya zarokekê ye û kêf kêfa wê ye. Lê dadgeha dewletê pelûlek germ bi serê wê dakiriye.Çima ku Sultan xanim berî pênc salan tecawizî mêrê xwe yê niha kiriye, bi 15 sal ceze tê darizandin.

Ez serê we neê?înim, Sultan xanima germik û nermik niha di bohranê de ye û fêhm nake çima dadgeh dixwaze lotikekê li wê xe. Dibêjin Sultan xanimê gotiye:”Siphan allaaaaaaaa, law me xist hev û ji hev derxist, niha em zewicî ne û zarokek me jî heye, ev kê kutaye dadgehê ku brîna berî pênc salan vedijîne babam?” û porê xwe hildiçine.

Axir, niha Sultan Gunden xanim li benda ?îret û pê?niyazên we ye gelî xwendevanan.

Xanimê dibêje: “Mêrê min ji min berdayî be, ne xwendevanên Lotikxanê bin kesek nikare ?îretên aqilane li min bikin” û hawara xwe digihîne we.

Îcar hûn ?îretekê lê dikin yan nakin, ji vî ve û hûn sax…

Stenbol

About The Author