Ez hatim hatim, ez hatim hatim

Min ji zû de silavek nedabû we cîgerên min. Bawerim niha sedî sed we gotiye:”Law ev xwedênehi?tê Sofî Xelef nemiribe kuro” û kêfa xwe anîye.  Lê belasebeb kêfa xwe neynin û ranebin lotik û zîtirkan, bi sê telaqên bê fitû Sofî Xelef wek pisîkê “9 ruhî” ye. Wilo zû bi zû hûn ji min xelas nabin babam.

Ev çend meh in bela û tofanên kesanedî hatin serê xalê we Sofî Xelef. Wek ku Ba?çawî?ê me jî nivîsandibû, dêqehpekî ?ifêrê ambûlansê ji dêvla ku min bibe nexwe?xanê, bêbavo berê min dabû kerxanê û ez sofîkê xwedê gunehkar kiribûm. Ew roj ev roj e, xalê we Sofî Xelef di navbera Xelîl û Celîl de avjenî dikir û nizanîbû çi biryarê bide, bi çi rûyî derkeve dîwana Lotikxanê.  Ez Sofî Xeleeeeffffff, sofîkê xwedê, mirîdê ber destê ?êxê Lotikxanê û di kerxane û qulxaneyan re derkevim kuro!

Werhasilî kelam..

Talîya talî ez fikirîm, min dît ku ne sebra min bêyî xwendevanên min tê û ne jî mirîdên min dev ji min berdidin. Tew ji xwe hinekan digot: “Kuro Sofî Xelet, law bi telaq Lotikxane bêyî te wek pîra diran?ikestî ye ha, ê de dev ji serhi?kîya xwe berde û were nav partîya xwe babam, wî” û li ber dilê min digeriyan.  Ê helbet bêxwedîkê dilê min jî pir nazik û tenik e, xwe li ber gilî û gazindan nagre canim. Min bergerîna dostên xwe li erdê nexist, min go “ya allaaaaa û ya xwedê” û min berê xwe da dîwana Lotikxanê. Aha va ez bi we re me oxlim, we qebûl kir ji vî ve, we qebûl nekir dîsa ji vî ve, ihi!

Ez serê we bê?înim, pi?tî ku wî xwedênehi?tê ?ifêrê ambûlansê ez di kerxanê re derxistim û wan horîyên kerxanê namûs li min kirin bexdûnis, psîkolojîya min wek a partîya BDP bû ?orbe û min nizanîbû ez çi biryarê bidim, reng û dengê xwe çawa biguherim. Lê pi?tre mêranîya min serî hilda, min destê xwe li masê xist û got:”Êdî bes e, pi?tî ?ore?a kerxanê divê ez îmaja xwe biguherim babam” û min rîha xwe ya nîv metro da ber cilêt û gwîzanan.

Axir, ez vê nivîsa xwe bi îmajek nuh dinivîsim kezebno.  Tew pi?tî ku birêz qûnek Cemîl Îpekçî li Amedê defîleya “po?î” ya Diyarbekirê li dar xist û namûsa po?îya Diyarbekirîyan bi awayekî modern wek xwe qûnek kir, min biryar da ku êdî namûs mamûs fêde nake û çi hebe di qûnektî, di xistin û derxistinê de ye.  Ji ber vê, pi?tî îmajguhertinê belkî ez bibin endamê Komela Germik û Nermikên Amedê jî ma kî zane. Çawa be herkes gefîlê qûna xwe ye û her bizin bi lingê xwe tê daliqandin.

Werhasilî kelam, henek menek li alîyekî, lê min bêrîya we kiribû ha kundirnoooooo!

Onba?î û sekreterê Lotikxanê  

Sofî Xelef

About The Author