P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

50 milyon Kurd fêhm nekir, tuyê fêhm bikî xanim!


Miradê Torî

Li ser bextê dîk û mirî?kên Belçîqayê be, dibêjin Hevseroka Komisyona Parlamentoya Hevbe? a Tirkiye û Ewrûpa xanim Helene Flautre, di daxuyanîyekê de gotiye: “Bi ellawekîl me helwesta BDP a li dijî girtina partîyên siyasî fêhm nekiriye. Em hê jî nizanin ka çima BDP deng nedaye maddeya 8an” filan û fîstan.

Xanima germik û nermik Flautre, pi?tî keserek kûr berdaye, dîsa  gotiye: “Hella hellaaaa, erê em zanin di guhertina vê quzilqurta pakêta makzagonê de kêmasî hene, lê gerek BDP di cepha li dij guhertinan de cîh negirta babam. Ez bawerim wê zehmet be go BDP sedema vê lotika xwe ji xelkê re bêje” filan û dîsa fîstan.

Fatê were civatê, hehey!

Keçê porkurê, kezîkurê Flautre!

50 milyon Kurd fêhm nekiriye ka çima BDP ev qerasa lotikan avêtiye, ma tuyê fêhm bikî?

Te go xelk?

Tu behsa kîjan xelkî dikî te di dêya min gayê? Ma go xelk hebûya, ma go Kurdên xwedî îrade hebûna, ev lotik ji BDP re dihi?tin?  Ma go BDP hesabê xelkê bi pênc qirû?an li ber çavan bigirta, ev lotik davêt wî xelkî?

Werhasilî kelam, xanima germik Flautre lotika BDP fêhm nekiriye gelî xwendevanan.

Gelo kê ji we fêhm kiriye babam?

Bruksel

Ev nivîs 502 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “50 milyon Kurd fêhm nekir, tuyê fêhm bikî xanim!”

  1. Law cîgerim Lotikxane ev chi vîruse bi we girtiye babam. Welle jî bîlle jî we dîsan tirr ji meselê berdaye. We dîsan gotiye “… erê em zanin …”. Yaw xwelî li serîno, mirov dibêje “… em dizanin …” haaa. De hun li shuna “em dikin” jî “em kin” bikin u xelas, yan jî li shuna “em dixwin” (bi)bêjin “em xwin” qerdashim, wîîî. Îcar ev chi shorba nîskê u lotikxaneîzm e shekerlerim? Law bi xwedê Lotikxane jî (di)xwaze bibe bashqanê wekî ser ezman u bin ezmanan gidî. De hadê ez dîsan jî we pachî pachî dikim lo.

Şirove bike