50 milyon Kurd fêhm nekir, tuyê fêhm bikî xanim!

Li ser bextê dîk û mirî?kên Belçîqayê be, dibêjin Hevseroka Komisyona Parlamentoya Hevbe? a Tirkiye û Ewrûpa xanim Helene Flautre, di daxuyanîyekê de gotiye: “Bi ellawekîl me helwesta BDP a li dijî girtina partîyên siyasî fêhm nekiriye. Em hê jî nizanin ka çima BDP deng nedaye maddeya 8an” filan û fîstan.

Xanima germik û nermik Flautre, pi?tî keserek kûr berdaye, dîsa  gotiye: “Hella hellaaaa, erê em zanin di guhertina vê quzilqurta pakêta makzagonê de kêmasî hene, lê gerek BDP di cepha li dij guhertinan de cîh negirta babam. Ez bawerim wê zehmet be go BDP sedema vê lotika xwe ji xelkê re bêje” filan û dîsa fîstan.

Fatê were civatê, hehey!

Keçê porkurê, kezîkurê Flautre!

50 milyon Kurd fêhm nekiriye ka çima BDP ev qerasa lotikan avêtiye, ma tuyê fêhm bikî?

Te go xelk?

Tu behsa kîjan xelkî dikî te di dêya min gayê? Ma go xelk hebûya, ma go Kurdên xwedî îrade hebûna, ev lotik ji BDP re dihi?tin?  Ma go BDP hesabê xelkê bi pênc qirû?an li ber çavan bigirta, ev lotik davêt wî xelkî?

Werhasilî kelam, xanima germik Flautre lotika BDP fêhm nekiriye gelî xwendevanan.

Gelo kê ji we fêhm kiriye babam?

Bruksel

About The Author