NEDIN PEY QÛNA KESÎ

Mamko Kurdeki me yê Anatolîya Navîn e. Devdorê gundê wan, gundên Tirkan hebûn. Her dem bi wan re  di ?er û pêvçûnê de bû, qet ji wan hez nedikir.  Nêçîrvanekî bi  nav û deng bû. Rojekê  li  gundê Conbega diçe nêçîrê. Tajîya Mamko kerguheki (kêvro?k ) radike, dide pey. Mamko deng li tajîya xwe dike dibê: “ Kawê ha kawê tu dayîka minî, bigre bernede haaaa “.

Kerguh bazdide tajî li pey e. Mamko jî li peyketinê tema?e dike. Kerguh xwe? direve, tajî xwe nagihînê.

Kerguh derbasî tixûbê gundeki Tirkên Yörük dibe. Taji rêça kerguhê winda dike û ber bi Mamko dizivire tê. Mamko ji tajîyê re dibê:

 “ Kawê, dayê  tu xemgîn nebe, bila ew here wê careke din bibe nêçîra te”.  Mamko hêrsa xwe zevt nake li pey kerguhê diqêre: “ De here bila Tirk di qûna tenin, min di te kirêêêê!“ û kela dilê xwe hnik dike. Tu dibê qey  ku  Mamko kerguh bigirta wê xelat bikira, nerazîbûna wî ew bû ku çima derbasî tixûbê Tirkan bûbû; ewqas ji Tirkan aciz bû.

Welehîn sîyasetmedar û xwedêgiravî serokên Kurdan bi qasî Mamko ne xwedî xîret in. Tirkên Kemalist, Erebên hov û Farisên nijadperest  ji xwe re kirine mînak û  rêber, dane pey qûna wan û dime?in. Ji ber wê ye ku me tu xêr û sûdek ji wan nedît werhasil…

De bajon, kûr û hûr bajon, ji tixûbê Kurdan jî derkevin ,oxira we ne bi xêr be,ser û bin bin belkî em ji we xilas bin! Law bi ellawekîl we Kurd hetikadin! Bi serê mele Îso’yê topal we roj li  me kiriye ?ev, rêça me, doza me winda kiriye. Tevgera we ne Kurdewarî ye lo. De herin bila Tirk, Ereb û Faris di….

Devê min nagere ez bêjim, de we fêm kir min got çi ne wilo ?!…

Kurdistan

About The Author