Xalê me Ehmedî got: Êdî bes e!

 Sofîk û ?a?ikmezinên Îranê dîsa xortên Kurd daliqandin û lotikek bêîman li Kurdan xist. Rîhdirêjên ku bêhna tirr û fissan ji mejîyê wan difûre, dîn dijminatîya Kurdan dikin û destê xwe bi xwîna Kurdên reben di?on. Lê wê xwedê teala li axretê vî hesabî ji van ?a?ikmezinan bipirse yan nepirse nizanim.

Dewleta qûnre? a Îranê bi mahneya endametîya partîya PJAKê  pênc xortên Kurd ?eniqand û carek din neinsanetîya xwe pê? dinya û alemê kir. Di vê derbarê de serokê PJAKê xalê me Hacî Ehmedî aciz bû, destê xwe li masê xist û ni Newroz TV re got: Êdî bes e law!

 Xalê me Ehmedî, bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd xwar û got ku ewê vê tirrê ji Ehmedînejadê qûnre? re nehêlin û ewê heyfa hevalên xwe hilînin.

Xalê me Hacî Ehmecî, lotikek din avêt û got ku „îro yekîtîya Kurdan ji her demê girîngtir û ferztir bûye. Bersiva herî mezin a ku Kurd karibin bidin dijmin, yekîtîya wan e babam, wekî din Kurd nikarin bi ser kevin“ filan û bêvan.

 Ez serê we neê?înim, emê li benda hilanîna heyfa van her pênc xortên Kurd bin. Heger heyfa wan hat hilanîn, ji xwe xalê me Ehmedî ?êr e. Na heger heyfa wan li erdê maaaaaaa, ji xwe lotika wî ne bi xêr û bêr e…

Alamanya

About The Author