P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kele?kofa Yasînê me qelp kir


Tacdîn Baran

Yasînê me, yanî Yasîn Kut, vê salê zend û bendên xwe hildan û ji partîya Dîe Lînke ket hilbijartinên eyaleta NRW û bû namzet. Herçiqasî Yasînê me zanîbû ku ?ansê wî tune ku têkeve meclîsa eyaleta NRW jî, lê digot “ ez vê tirrê ji Almanan re nahêlim, ma ew ji min çêtirin babam” û wek siyasetmedarekî Kurd bi po? û qiloçan xwe di ber wan re rakir.

Werhasil, hûn zanin, em Kurd milletekî wilo xwelîliser in ku nayê gotin. Bi sedherzaran Kurd li eyaleta NRW dijîn û di hilbijartinan de belkî sê namzetên Kurd hatibin hilbijartin yan na. Çawa ku Kurd di her lotik û zîtirkan de ji hev belawela ne û zikre?ên hev in, helbet di siyasetê de jî pi?tgirîya hev nakin yan jî rayên xwe didin kesên ku hevalê wan û partîya wan in. Lê bi piranî dengê xwe didin Tirkên qûnre? û xwelîya heft gundan li serê xwe dikin.

Axir..

Yasînê me di hilbijartinê de 3.500 deng û ray girtin. Helbet ev ji bo destpêkê hejmarek ba? e û lotikek pîroz e.  Cîgerim Yasîn bi rêya telefonê eynen ev ti?t ji Lotikxanê re gotin:

“Binerin oxlim, hûn min nas dikin, ez Nisêbînî û hem jî Bûbilanî me. Min di vê lotika ewil de kele?kofa xwe ba? dohn nekiribû û kele?kofa min qelp kir, bêxwedîkê fî?ek ne teqand. Her çiqas min cercûr lêxistibû û fî?ek dabû ber jî, lê xwedênehi?tê bêbextî li min kir.. Lê ez bi serê xwe û we kim, ezê di hilbijartinên pê? de kele?kofê bînim ser “otomatîkê” û li hawîrdorê bire?înim, ezê vê tirrê ji kesî re nehêlim” û simbêl ba da.

Werhasilî kelam, lotika Yasînê me vê carê badilhewa çû. Lê em bawerin wê Yasînê me ji bo hilbijartinên pê? spor û antremanek ba? bike û lotikek xurttir bavêje.

Haaaaa, Yasîn Kut bi rêta Lotikxanê spasîya temamê Kurd û malperên Kurdan kir û got:

“ Spas ji bo alîkarî û desteka we yabo qurban. Xwedê we ji serê me kêm neke û hêvîdarim xwedê teala di bihu?ta rengîn de 70 Horî û Nûrîyan bide we rebbî” û xatir xwest.

Almanya

Ev nivîs 431 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Kele?kofa Yasînê me qelp kir”

  1. Li gora fikra min Namzetbuna wîna bixwe serkeftinek mezine.Ev jê re destpêke hêvîdikim xebatê xwe xurttir berdewam bike u ji kurdên me yî li ewrupa re bibe mînakek erênî.
    Kirîv,Ez te pîrozdikim u di kare te yî pêserojê de, ji te re serkeftin hêvîdikim

Şirove bike