Werin sineta bela?

Mizgînîya min li we be, îsal jî ?aredarîya Mêrdînê derîyê xwe ji sinetkirina xirrê zarokan re vekir. Sala çûyî (par) ?aredarîya Mêrdînê xirrê 500 zarokî bela? dabû ber kêr û meqesan, ew sinet kiribûn û çermikên zêde avêtibûn ber pisîkan.

Werhasil, heta niha di nava çend rojan de 18 zarok ketin ber kêr û meqesên ?aredarîya Mêrdînê û bû qarewar û qîjeqîja wan. Zarokên ku hê nizanin mesele çi ye û çima ?aredarî çermikê kîrê wan belasebeb jêdike, ji ê?a canê xwe virde wêde didin lotikan û xeberan ji sinetçîyan re didin, dê û jinên wan tînin pênc qirû?an.

Axir, ez zêde dirêj nakim û ji sinetçîyên Mêrdînê xerabtir naynim serê we. Mesela min ev e:

?aredarîya Mêrdînê sezon û demsala sinet û jêkirina çermikên zêde daye destpêkirin babam. Heçê bixwaze ji wî çermikê zêde xelas be û serê mîrkutê xwe azad bike, bela nesekine û bê Mêrdînê. Ji min gotin.

Haaaaaaa, hay jê hebin ha, dibêjin carna meqes ji destê sinetçî difilite û heta bi qurmik dide ber xwe ellawekîl. Pi?tre hûn jî bibin wek Cemîl Îpekçî ne sûcê min e qurban, erê herin heyfa bavê lê qûna dê jî li ser nekin, temam!

Mêrdîn

About The Author