SÎNO YÊ TEROR?S?YEN!!

Bedo, ji bona xwendina xwe ya lîseyê biqedîne, ji Dêrikê çûbû Diyarbekir û li mala kekê xwe Sîno dima. Her weha Bedo di dema xwendina xwe de, bû bû xortekî gelekî zîrek û jêhatî. Wî di warê zanistiyê de jî xwe gihi?tibû. Gelekî dixwendî, zêde qise dikir. Bi saya wê xwendin û zêde qisedana xwe di lîseya xwe de, di nava heval û hogirên xwe de weke alimekî dihate pesinandin. Ji ber vê zîrekbûna wî bû ku ew bû bû endamê rêxistineke kurdan jî. Loma kekê wî Sîno gelekî jê hez dikir. Carna jê re digot:

            -Bedo! ka kekê xwe jî zana bike, da ku ez bi wê zanebûna xwe zore kesên ji bona azadiya welatê xwe ?a? difikirin, bibim lo.

Bedo:

            -Rehet e keko eger tu bixwazî.

            – Kuro ma ez ê çawa nexwazim. De ka bêje hema çawa rehet be, ezê weha bikim. Ez mirovekî ne xwenda me. Tirsa min ew ê ku ez ê nikaribin ewqasî ti?tan fêr bibim. Sosyalîzm, komunizm, kapîtalîzm, fa?îzm, û nizanm çinîzm. Wele vana zor in.

            – Erê keko him rehet û jî him zor e. Ji ber ku ev dimîne li ser bawerî û cehda te. Ger te xwest rehet e, na te nexwest zor e. Ew li gor daxwaza me re pêk tê.

            -Erê lawo da ka zêde dirêj neke û bêje, ez ê çawa xwe zana bikim?

            -Keko wele divê tu pir bixwîne û zêde bi xelkê re munaqe?e ango guftogo bike. Rê ev e.

            -Te xwelî li min kiro! ma tu nizane ku xwendina min zêde tune ye. Heger ez bixwînim jî, ez encax pirtûkekê di salekê de biqedînim. Heta ez wê jî biqedînim wê ti?tên di hundur de nivîsandî dema wan derbas bibe. Êdî wê berê munaqe?eyan berbi ti?tekî din here, wê mijarekî nû bikeve rojevê. De ka lo, ji bona min rêyeke kin peyde bike, Bedoyê bavê kekê xwe.

            – Keko wele rêyeke din jî, divê tu munaqe?eyên nava kesan ba? guhdarî bike, ti?tên ku te ji wan fêm nekir û dema tu heta mal ji min re bêje ku ez te bi berxim.

            -Aha binêr ev ji bona min ba? e.

            Sal ji salan, sala 1977an bû. Wê demê jî pêlên ?ore?geriyê li Tirkiye û li bakurê welêt gelekî bilind bû bû. Heroj dinava welatparêz û ?ore?gerande munaqe? û genge?î hebûn. Sîno jî tim xwe di nava wan de didît ku rojekê berî roje xwe zane bike. Carna dihata mal û dibû nuçe nuçe wî, carna jî bi kêf û carna jî bi rûyekî nexwe? li malê vedigeriya. Di demên wî yên vecnexwe? de ku Bedo jê dipirsî:

            – Çima îro rûyê te nexwe? e? Çi bû ye? Çi qewimî ye?

            -Erê rûyê min nexwe? e! Te jî tê derxist ne? Kuro îro me li ser „halkin devletî“ (dewleta xelkê ku wê dema ev jî teoriyek nû bû) munaqe?e kir û min zora yê li hemberî xwe nebir. Min kir û nekir nikarîbû terorisiya wî pûç derxim. Lê mêrik zora min bir. Hema bi telaq divê tu î?ev vê bi min bide zanîn da ku ez sibê terorisiya wî pûç derxim. Kuro hema bi xwedê ez zanim „halkin dewletî“ ne tit?ekî ba? e. Ji ber ku min gelek caran tu û hevalên te jî guhdarî kirî bû û we tim digot ev nabe, lê min wê demê zêde guhê xwe ne dida we. Ma minê ji ku bizanîba ku wê ev „Halkin Devletî“ rojekê derkeve pê?berî min jî. Loma min kir û nekir min nikarî bû wan camêranên ku li me guhdarî dikir, ba? bi berxim û sedemên neba?iya „Halkin Devletî“ weke te bidim diyarkirin. Ev cara ewil bû ku li munaqe?eyeke weha rast hatibûm.

            – Ti?t nabe kekê min. Hêdî hêdî here meselan, hema tu ji „halkin dewletî“ de destpê bike nabe.

            -Çima nabe yabo! Ma kesên din ji min çêtir in. Ew zanibin û ez nizanibim. Hema bi sê teleqan î?ev xew li min û te tune ye, heta sibê divê tu vê bi min bide zanîn.

            Sîno li daîreyek dewletê de bû bû memûr. Hatineya wî ne xerab bû.  Îdarî malê û mesrefên zarokên xwe dikir. Yanî zarokên wî debara xwe bi wê hatina bavên xwe dikirin. Kurê wî yê mezin ketibû sinifa talî ya dibistana ewil, keçeke wî di sinifa dudan û yek jî di ya yekê de bûn.  Di wê demê de karûbarên welatparêzî û þoreþgerî gelekî pêþve çûbû. Bedo xortekî xwe gihiþtî bû. Ew tim bi kesên ku ji bona azadiya gelê xwe cûda difikirîn, diketa munaqeþeyên teorîk. Wî bi vê zanabûna xwe li herêma Diyarbekirê û de lîseyên wirde bi nav û deng kiribû. Dema kekê wî li wî guhdarî dikir, kêfa wî dihat û wî jî dixwest xwe zana û weke birayê xwe Bedo jîr bike. Loma dema Sîno þev nîvê þevê ji xew radibû, gazî birayê xwe Bedo dikir, li ba wî rûdiniþt û wan munaqe?eyên ku wî zêde tiþt jê fêm nekiribû jê dipirsî. Êdî rehetiya Bedo ji destî wî nema bû.

            Sîno welatparêzekî hêja û dilsozê gelê xwe bû. Lê ew bi vê tenê nedihat ser. Wî tim dixwest kesên li hemberî xwe bi zanabûna xwe, wan îqna bike ku fikira wî ya ji bona azadiya welêt ya herî rast e. Wî tim dixwest xwe Sosayalîstekî ba? û teorisiyenekî zana bide ni?andin. Lê ew tê gihi?tibû ku sosyalîstên ba? divê gelekî zana bin û pir bixwînin. Loma jî wî tim pirtûk dixwendin lê ji wan fêm nekedikir. Loma jî wî kêsa xwe bi Bedoyê reben anî bû ku Bedo wî zana bike.

            Te hew dît ku ?ev bi nîvî ?evê Sîno ji xew radibû, deng li Bedo dikir, ew jî radikir û digot:

            -Bedo hela rabe, niha dem ne dema xewê ye. Hûn ji me re dibêjin „?iyarbin“ lê bi xwe jî radizên. Ka hela rabe û maneye „Sosyalemperlîst ê“ çiye. Ez hîn nuh maneya Sosyalîzmê fêr bûm ku ew çawa ji bona me feqîran ba? e. Lê ez îro li ecêbeke din rast hatim „Sosyalemperyalîst“! Dema min ev nav bihîst ?a? mam û ji te jî aciz bûm. Kuro ma te çima heta niha ez fêrî vê jî nekiribûm. Bi xwedê min îro ev bihistiye. Dema ez li kahwexaneya Dêrikiyan bi yekî re li ser „halkin devletî“ ketim munaqe?ê, wî digot „halkin dewletî“ (dewleta xelkê) û ti?tekî din nedigot. Ez jî li dij wî derketim yanî min xwest weke te bikim. Lê di nava wan munaqe?eyên me de, hew dîna min dît, mêrik ji min re got: `Tu fikira sosyalperyalîstan diparêze` Wele yabo min ji gotina wî tu ti?tek fêm nekir. Loma min munaqe?eya bi wî re qut kir. Bi bazdan hatim malê ku ji te bipirsim ka bê hela ev mîrata fikira „sosyalemperyalîst“ çi ye. Qet heta niha te behsa ti?tekî weha ji min re nekiribû.

            -Keko dev ji van ti?tan berde. Sibê ez ê herim dibistanê divê razêm. Çi ji te re munaqe?eyên weha lazim e!

            -Çima yabo? Hema bila ji we tenê re be. Xuya ye ev tit?ekî xwe? e, loma tu nabêje çiye ha?.

            -Kekê wele vana ji yekî weke te re lazim nabin. Vana meseleyên teorîk in. Kesên teorîsiyen dikarin bi van meseleyan re mijûl bibe.

            -Hema bi xwedê ez ê jî bibim terorisiyenek. Çima ma qey gelek zor e. Aha ez mesela „sosyalemperyalîzmê“ jî fêr bibim, temam e. Wê tu terorisiyek nikaribe zore min bibe. De ka bêje lo, ev „sosyalemperyalîst“, çiye ji ku derket, kîne. Tê xwarin, vexwarin an jî li xwe kirin. De li benda brayê xwe me. Wele ez ê bi saya te bibim Terorisiyenekî ba?.

About The Author