Emê gazindê ji kê bikin, ji kê nekin!

5. Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê lotikek bêîman avêt û edaleta xwe ji dinya û alemê re îspat kir. Dadgeha virqo 166 sal ceze li berpirsê gi?tî yê rojnameya Azadîya Welat Vedat Kûr?ûn birrî û da bin dûvê edalet, heq û hiqûqê.

Çima ku xwedêgiravî Vedat Kûr?ûn di rojnamê de propaganda PKK kiriye, dadwerên demokratîk cimhûrîyeta ku hevalekan dixwazin, wek ciwangeyên arenayên Îspanyayê rabûn ser tapanan û toz û dûman ji bêvila wan derket, wek zotika mirî?kê çav li wan sor bûn û biryar dan: 166 sal ceze!

Aha edaleta makzagona Kenan Evren ê Arnavût ev e gelî xwendevanan.

Lê ya balkê?tir çi ye hûn zanin?

BDP naxwaze ev makzagona ku 166 sal ceze dide rojnamevanên Kurd bê guhertin. Hem di meclîsê de jî deng nedan guhertinê, hem jî dibêjin “emê di referandûmê de jî li dij guhertina makzagonê derkevin û deng nedin”.

Îcar emê gilîyê kê bikin û yê kê nekin cîgerlerim?

Hem emê bikin qêrîn û hawar û bêjin:”Hayhooooo, hewarêêêêê, dewleta Tirk 166 salan ceze dide azadîya fikr û ramanê”, hem jî emê nehêlin ew qanûnên ku wî cezeyî didin me bên guhertin.

Ev çi pelûl e, çi ?orbe ye, çi lotikên siyasî ne?

Min bi xwe fêhm nekiriye, heçê fêhm kiribe bela wek mêran derkeve û bêje babam…

Amed

About The Author