P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

SÊ DIJMIN


Adil Dûran

Netewê Kurd xwedîyê sê dijminên herî xedar e…

1-Kemalîzm

2-?erê navxweyî

3-Bawerîya olî

Ji van sedeman bê yekîtî, bê maf û bê par maye. Pê? neketîye û nekarîye bibe dewlet û hwd.

Tê gotin: ’’Gotin gotinê vedike“ û gotin gotinê li ser zêde dike.

Du bira di nexwe?xanê de di?uxilin.Yek nexwe?ên ku hevcedarê emelîyatê ne dibe cîhê narkozê da ku bêhi? bikin, yê din jî ewên ku ji nexwe?îyê mirine dibe morg ê da ku cenazê wan ve?êrin.

Ji rojan rojek herdu bira bi dartermê (sedye) rastberî hevdu tên. Yek meytekî bi xwe re dibe morgê, yê din ji hewl dide ku nexwe?ekî bibe cîhê narkozê.

Herdu bira li hal û pergala hevdu dipirsin û demek dirêj karê xwe nakin. Pi?tî demek din xatir ji hevdu dixwezin, radihêjin darterman û bi rê dikevin. Ewê ku nexwe? e li ser dartermê çavên xwe vedike ku çi bibîne,  ew li ber derîyê morgê ye. Hewl dide xwe nikare bilebite û bi ê? û keser dike qêrîn:

-Lawo te ez ?a? anîm vê derê kuro!

Çavnêrî wî bi ken û nermik bi herdu lepan serê wî didewisîne û  lê vedigerîne:

-Lawo ker kurê kerê, ma tu ji doxtor çêtir dizanî ha!

Niha ew bûyer bûye bûyera me û siwarîyan.

Em dibêjin: “Demokratîk cûmhûrîyet-ekolojîk toplûm, demokratîk toplûm û mirîdî nabe cî?erîm” ew bi zorê  li ser devê me dixin û vedibêjin:

-Ma hûn ji birêz serok çêtir dizanin ha!

Ma ew BDP bi rêvebirîya  sîyaseta rojane xizmeta kê dike?

Hûn naxwazin ku qanûna bingehîn a komara Tiiiirrrkî bê guhertin?

Hûn naxwazin ku hikumranîya le?kerî li ser raya gel rabe û ewên ku darbe kirine mehkûm bibin?

Hûn naxwazin ku Kemalîzm bi hemi zagonên xwe pût û latên xwe ji holê rabe?

Hûn naxwazin ku  pirsgirêka Kurd çareser bibe?

Ew çalakîyên ku vê dawîyê hûn di parlamena romî de dikin, ma ne xizmeta Ergenekonê ye?

Hûn bi vê sîyasetê Kurdan bi saxî berbi morgê ve dibin..

Dijminê herî xwînî û xedar Kemalîzm e.

A din jî em xwe bi xwe ne. Wek demokratîk cûmhûrîyetçîyan, BDP û hin misilmanên ku hê di rojîya Remezanê de jî birçîtî nedîtîne..

AKP dixwaze bawermendên Kurd bi rêya olî ji doza netewî dûr xinre û bike mirîdê xwe, Ereb û Farisan û dîl û bend bike.

Ne wilo?

Ez ji serok û doxtoran çêtir dizanim. Ji ber ku gotinên xwe bi dilekî Kurdî vedibêjim….

Ev nivîs 505 carî hatiye xwendin


Comments are closed.