Mihelmiyan dîsa ya xwe kir

Gundê Hespinasê (Mercimekli), bi pirçandî û piroliya xwe tê nasîn. Lê niha bi saya mihelmiyên ‘tir?ik xwarî cihemî’ bi çalakiyên tew?o mew?o derdikeve pê?. Me dixwest Hespinas bi nîsk, petîx û tiroziyên xwe yên li tu cihê dinyayê peyda nabin derkeve pê?. Xweziya min pê ye ku nîskên Hespinasê di bero?a Lotikxanê de bikelin û zikê hemû xwendevan û nivîskaran pê bibe me?k. Lê mixabin mihelmî dibin asteng û nahêlin di Lotikxanê de nîskên Hespinasê werin kelandin.

Ez par çûbûm gundê Midyadê Hespinasê ku bi navê xwe yê Tirkî Mercimekli Köyü jê re dibêjin. Gundekî kevnare ye û xwecihiya ol, bawerî û miletên cihê kiriye û hê jî ew bêhna kevne?opî jê difûre.
Di populasyona Hespinasê de Kurd jî hene, Suryanî jî hene, mihelmî jî hene û heta êzîdiyan jî hene. Lê niha gund ne weke berê rengîn û dewlemend e. Piraniya gundiyên fileh ango Suryanî ber bi Ewrûpa ve koç kirine. Gundiyên misilman jî li bajarên curbecur belawela bûne û hejmara ?êniyên gund gelekî kêm bûye.

Di van salên dawî de li Hespinasê ji xeynî petîx, tirozî û nîskên gund ên ku bi wê tama xwe li tu deverê dinyayê peyde nabin komeleyek jî hatiye avakirin. Komeleya Diyaloga navbera Ziman Bawerî û ?aristaniyan a Mihelmiyan, ji wextê ku hatiye avakirin heta niha gelek caran di medyayê de bi xebatên xwe yên pêkenokî xwe nî?an da. Navê gund bi lotik û zîtirkên tew?o mew?o derxist pê?berî raya gi?tî.
Mihelmiyên ku bi xwarina tir?ika Kurdan cihemî ne dev ji van lotikên xwe yên beredayî bernadin û çi ji destê wan tê dikin. Par pi?tî mirina hûnermendê Amerîkayî Michel Jackson li gund nimêja cenaze kirin û ji bo vê çalakiyê gazî medyayê jî kiribûn.
Vê carê jî Mihelmiyan xwe ji bo Mewlûda Michel Jackson gelekî ?idandine û hewl didin birayê Michel Jackson ê misilman Jemaine Jackson jî dawetî mewlûdê bikin. Mewlûd wê 26 ê Hezîranê bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Mihelmîkî bê xwendin û wê qurban bêne serjêkirin. Pi?tî mewlûdê jî tî?ortên li ser wêneyê Michel Jackson hene wê ji mêvanan re belav bikin.
Xalê min ê ku haya wî ji van lotikên mihelmiyan nîn bû jî bêhemdê xwe di wê nimêjê de cih girtibû. Lê her çiqas xalê min qebûl neke jî di nav refên nimêja cenazeyê Michel Jackson de cihê xwe girtiye û heqê xwe jî jê re helal kiriye.
Lê vê carê jî mihelmiyên ku hay ji ?aristaniya welatê xwe nîn in bi navê komeleyê haziriyê dikin ku ji bo Michel Jackson Mewlûdekê bidin. Tê gotin ku wê ji bo Mewlûda Michel Jackson berx û beranan serjê bikin û mêvanên xwe têr go?t bikin. Ez jî ketime kula Xalê xweyî reben. Gelo mihelmî neçin wî ne xapînin û sewalên wî ji bo Mewlûda Michel Jackson jê nestînin! Eman eman xalo haya xwe jixwe bike û nede pey mihelmiyan!
Êdî jixwe naxwazim li ser vê mesela tî?ortan bisekinim. Gelo wê xalê min ê 65 salî jî ji van tî?ortan lixwe bike an na! Ku tî?ort lixwe bike û teybeke ku benta Michel Jackson daniye ser bavêje ser milê xwe û here nav zeviyan ezê qet lê ?a? nemînim!

About The Author