Xêra xwedê ye

Di dema îro de benzîn, mazot û mesrefa trimbêlan pir buha bûye. A herî ba? siwarî û seyrana bi ker û hespa ye. Ne mesrefa zêde heye, ne benzîn û mazot pêwiste û ne jî guhertina dolab (teker), fitêj û frênan.

Binerin bê xalê me Sama Lgelaszlo Îvansky çi bi aqil e.

Xalê me yê Belçîkî Sama Lgelaszlo Îvansky, seyrana xwe bi kera xwe dike. Ji Belçîkayê daye rê û li ser pi?ta kesê welat bi welat, diyar bi diyar digere û niha gihaye Tirkiyê bajarê Gelîbolûyê.

Xalê me sofî Sama Lgelaszlo Îvansky, ji Lotikxanê re got:”Jina min ji min berdayî be ji siwarîya kerê xwe?tir tuneye. Hem bê mesref e, hem sernemr û heywanek mirovhez e, hem jî hewceyî bi jin û minan nake. Hem lê siwar dibim, hem jî carna î?ê xwe pê diqedînim. Ma ji min re çi trimbêl, Mersedes, BMW û jin! Jina min jî, trimbêla min jî kera min a” û bextewarîya xwe tîne zimên.

Pi?tî min rew?a xalê xwe Sama Lgelaszlo Îvansky dît, ker li ber çavê min ?îrîn bûn û rabû min jî trimbêla xwe Mersedes 500 ji ewa “axir model” bi kerekê guhert. Niha kera min li ber devê derî hefsarkirî ye û min navê wê jî kiriye “Kersedes” ellawekîl.

Ez dibêjim ?îretên xalê me Sama Lgelaszlo Îvansky têxin serê xwe û qîmetê keran zanibin gelî xwendevanan.

Ji min gotin…

Tirkiye

About The Author