Aha xîret ev e!

Guhertina makzagona Tirkiyê di meclîsê de hat qebûlkirin û ma dora referandûmê. Heger guhertina makzagonê di referandûmê de jî bê qebûlkirin, wê tirr ji gellek kes, general û endamên çete û meteyên Ergenegûyê bên berdan û ?ore?ek li Tirkiyê li dar keve.

Makzagona darbeya 12ê Îlona 1980î, ewa ku bi destê generalên wek Arnavût Kenan çêbûbû, ketiye ber sikrata mirinê. AKP û cîgerim Kasimpa?alî Receb dixwaze qû?ê li makzagona Kenan Evren biqetîne. Ji ber vê jî, herkes ji qûna xwe bi tirs e ku bi guhertina vê makzagonê kiryarên wan ên qirêj derkevin ser rûyê avê û doxîn li wan sist bibe. Ji ber vê jî li dijî guhertinan derdikevin û dibin asteng.

Werhasil, li gundê Topaçagaç a bajarê Sakaryayê, gundîyan bi yek dengî biryar dan ku di referandûmê de bêjin “erê” û dengê xwe bidin makzagona nuh. Di vê derbarê de muxtarê gund Mustafa Ba?er dibêje: “Darbeya 12ê Îlonê namûsa me kir pênc pere, qûn li me qetand û em vê ji bîr nakin. Emê wek gund bi yekdengî dengê xwe bidin qebûlkirina referandûmê, bêjin erê û emê vê tirrê ji generalên 12ê Îlonê re nehêlin cîgerim” û dide bin dûvê generalan.

Mustafa Ba?er herweha dibêje:”Min di darbeya eskerî de dê û bavê xwe wenda kir, ezê bi dengê “erê” heyfa dê û bavê xwe ji generalan hilînim” û helwestek bi xîret distîne.

Îcar bifikirin gelî xwendevanan..

4 hezar gundên Kurdan hatin ?ewitandin, 17-18 hezar Kurd bi navê  faîlînenas hatin qetilkirin, 5 milyon Kurd koçber bûn û hinek Kurd û partîyên me çi dibêjin? Dibêjin: “Emê di refarandûmê de deng nedin guhertina makzagona Kenan Evren” filan û quzê kerê.

Çima deng nadin?

Ji ber ku berjewendîyên wan û partîya wan di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re ye.

Îcar ka bêjin babam:

Muxtarê Tirk  Mustafa Ba?er xwedî xîret e, yan hinek Kurdên me?

Tirkiye

About The Author