Aqil di serê zilaman de nehi?t

Kovara Maxîm dîsa lotikek qerase avêt û mêr gêjomêjo kirin. Kovara Maxîm rapirsînek di derbarê “jina herî seksî a 2010an” de çêkir û mêr rakirin ser tapanan.

Di encama lêpirsîna kovara Maxîm de stranbêja Ingilîz Katy Perry a 26 salî, wek jina herî seksî û agirpêketî hat hilbijartin. Lotikvana germ û nerm Brooklyn Decker jî di rêza duyem de dora xwe danî ser tenûrê.

Li ser bextê serxwe?ên Ingilîztanê be, dibêjin xort û mêrên Ingilîz wek ciwangeyên nav garanê dane dû Katy Perry, wey li wî ye ku karibe dora xwe deyne ser tenûra wê û nanê ?ilikî pê vede. 

Li ser bextê xelkê be lo, dibêjin Katy Perry jî xanimek pir welatparêz û mirovhez e, dilê kesekî ji xwe nahêle û devê tenûra xwe ji kesekî re nagre. Yanî ciwanikê ji firinekê zêdetir nan lê dixe ha, we fêhm kir ne?

Werhasilî kelam, bi serê min û we ez jî niha di dora tenûrê de me. Lê ditirsim heta bi mirinê jî dora tenûrê neyê min ellawekîl..

De xwedê kerîm û rehîm e lo…

London

 

About The Author