P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Çima BDP deng neda maddeya 8?



Xaltîka Fatê

Silav xaltîka Fatê

Ez Mihemed, yanî ji min re dibêjin Mihê. Tu zani, partîya me BDP pi?tgirî neda maddeya 8 an û bivir li lingê xwe jî û li lingê Kurdan jî xist. Bi qebûlnekirina vê maddeyê partîyên Kurd karin dîsa bên girtin û têkevin ber lotik û zîtirkên dewletê.

Bi kurt û Kurmancî:

Gelo çima BDP destek neda maddeya 8 an û di refê CHP, MHP û Ergenekoncîyan de cîh girt?

Mihê

Amed

————

Bersiva xaltîka Fatê

Law Mihê, belqitiyo, xwedênehi?to, ma law ez endama dewleta kûr im ku zanibim çima BDP di refê Ergenekoncîyan de cîh girt kurê kerê! Ez çi zanim çima BDP di refê CHP, MHP û Ergenekoncîyan de cîh girtiye bêbav!

Ê law belkî dil ketibin hev, belkî xwîna wan li hev keliya be, belkî kur û keçên xwe bidin hev û bibin xinamî, xesû û xezûrên hev, belkî biryar dabin ku bibin kirîvên hev, ma çi zanim oxlim, wî!

Lê li gora min sedema mezin ev e Mihê efendî:

Ez dibêjim rêveberên BDP hînî girtin û vekirinê bûne. Sebra wan nayê neyên girtin û partîyek din venekin. Ê ji xwe navê BDP jî kevin bû lo, ji wan re partîyek û navek nuh lazim e ha cîgerim. Ê helbet canim, van rojan herkes îmaj, reng û dengê xwe diguhere, ma BDP ji Ey?ika Ereb e ku navê xwe û partîya xwe neguhere, wey! Mode ye oxlim mode, BDP li gora modê siyasetê dike wî.

Axir Mihê, ewladim..

BDP bivir li lingê xw xist, li sînga xwe xist, li serê xwe xist, xwe harakîrî kir nizanim. Lê ez zanim ku heta Kurd ev Kurd bin wê Tirk tirrê ji herkesî berdin û tu sax…

Rûdaw

Ev nivîs 510 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Çima BDP deng neda maddeya 8?”

  1. Silav Xaltiika Fate
    Birasti ji zudeya min dexwest ji tera cand gotina bejim, le newerim bijim ji bo ku zimane te bi ava isote ruheye hetiya shushtin u ditersim ku tu zimane xwe renga u reng bike u nexesim ku varoja cijne zimane kurdiya u le te veroje piroz dikim.
    Le em vegerin ser masela xwe fate xatun. Kurd og BDP feri siyasete buna u dizanin ku oeris dikurde zirav dibe xaltika Fate silav u rez.

  2. Great site. A lot of useful information here. I’m sending it to some friends!

Şirove bike