Kemalo Kemalo, hey lo lo lo

Pi?tî ku porno fîlmê Denîz Baykal derket mazatê û hinekan da bin dûvê wî, partîya CHP bi ?ewba mirî?k û berazan ket, sewsî, gêj û ber?o?kî bû. Baykalo îstîfa kir û CHP wek PDK-Bakur ma bê serok, ji her serîyekî dengek derket û bû wek lîztika zarokan, ji ?orba nîskê xerabtir lê hat.

Axir, pi?tî ?êwr û mi?êwrên giran, pi?tî trafîkek ji trafîka otobanên Almanya xerabtir çûn û hatin çêbûn, Kemal Kiliçdaroglû yê Dêrsimî (Gandî Kemal) wek dîkê ser sergo bang da û got: „Ma ez mirî me babam, ez namzetê serokatîya Tirkiye Dew?îrmeler Partîsî CHP me qarda?im“ û qûça herkesî rakir.

Gandî Kemal ê ku bejna wî 1.31 santîm e û bi eslê xwe Kurdê Elewî ye, bi xwe bawere ku ewê CHP bifirîne ezmanan û wê bike partîya yekem. Lê hinek li bejna wî dinerin û dibêjin:“Kuro qama wî di nav gûyê wî de ye, ma serok ji vî hacûcî derdikeve babam“ û henekên xwe pê dikin. Lê hinek jî dibêjin:“Na na, li qam û bejna wî nenerin, ez bi doxîna Denîz Baykal kim ewqas jî di binê erdê de ye“ û destekê didin Gandî Kemal.

Werhasilî kelam, kî çi dibêje bela bêje, ez dibêjim wê Gandî Kemalê me ji 101 bavê Denîzko ba?tir be we go çi. Erê rebeno qutik mutikî ye, lê çawa be damarek wî Kurd e. Belkî rojekê pozê wî bi?ewite û li halê Kurdan jî bipirse canim, kî zane…

Stenbol

About The Author