Qelen û xelat rabû, xortan kêf kir

Dawetên e?îran bê qelen û xelat nabe hûn zanin. Hem jî qelen û xelatên mezin. LÊ xwedê ji wan razî be e?îra Jîrkîyan ew adet terk kirin û gotin: Ji qelen û xelatan re êdî bes e!

Berî niha axayê Jîrkîyan Mehmet Adiyaman ji çapemenîyê re gotibû „emê qelen û xelatan rakin“ û mizgînîyek xêrê dabû xortên azib.

Her çiqasî kesî bawer nedikir jî, lê xuyaye axayê Jîrkîyan soza xwe anîye cîh û di zewac û daweta vê dawîyê de ne qelen stend, ne jî xelat.

Werhasil, dibêjin niha xort û keç ji kêfa re lotik û zîtirkan didin xwe û bi rakirina qelen û xelatan pir kêfxwe? bûne. Ê helbet canim, qelen û xelatên giran malik li xort û keçan û li zewaca wan viritandibû. Ji ber qelen û xelatên giran keç di mala bavê de diman û xortan jî bi alîkarîya kerên welatperwer îdara xwe dikirin. Lê dibêjin wê ji îro û pêve zewac hêsantir bibe û xort û keç jî di mala bavê xwe de nemînin û neperixin, nebin wek sêv û hirmîyên xerabe.

De xwedê vê xêra Mehmet Adiyaman û e?îreta Jîrkîyan qebûl bike û aqûbet li serê e?îrên din be jî rebbî..

Colemêrg

About The Author