Silo beg bû stêrkek dinyayê bavoooo!

Lotikvan Omer Silêman (Kurd e, Ereb e kes nizane) li Sûriyê pir me?hûr e. Hetta dibêjin Silo ji Be?ar Esed jî me?hûrtir e. Omer Silêman begefendî di stranên xwe de Kurdî,Erebî û carna jî Tirkî bi kar tîne û ji 1994an û heta niha 500 kasêt û albûm derxistine. Hema çi hatiye bîra wî kiriye stran û belav kiriye.

Axir, dibêjin kasêtek wî ketiye destê derhênerên Ingilîz. Gava derhênerên Ingilîz dengê wî guhdar kirine, wek mirî?ka gêj hatiye serê wan, gêjomêjo bûne, biryar dane û bi lez berê xwe dane Sûriyê û bi Omer Silêman re peyman îmze kirine. Derhênerên Ingilîz dibêjin ku Omer Silêman bi stran, deng û enerjîya xwe meriv serxwe? dike û wek benî?t bi meriv ve dizeliqe. Kesê guhdarîya wî dikin hew karin dev jê berdin û doxîn li wan dadikeve kabokê.

Ez serê we neê?înim, wê di van rojan de Omer Silêmano bi stranbêjên wek Bjork û Payement re konseran li dar xe. Yanî, xwedê bi çewalan bi ser de rijand ha. Mêro bi saya lotikên xwe bû stranbêjek navnetewî û wek deh?ikên nav garanê virde wêde dide lotikan.  

De aqûbet li serê hunermendên Kurd be rebbî….

About The Author