Wê Evdalê Zeynikê li dinyayê bigere

Belgefîlmê derhêner Bulent Gunduz ê bi navê ‘Evdalim Ez Evdalê Zeynikê’ ji bo Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Srî Lanka Bûdhîst hat vexwendin.
Fîlmê Evdalê Zeynikê ku li ser wêjeya devkî ango li ser dengbêjên Kurd e, be?ên vejandinê jî tê de hene.

Galaya yekem a fîlmê metrajdirêj ê li ser jiyan û hunera dengbêjê nemir Evdalê Zeynikê yê bi navê ‘Evdalim Ez Evdalê Zeynikê’ di Rêbendana 2010’an de li Parîsê pêk hatibû. Fîlmê derhêner Bulent Gunduz wê di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Srî Lanka Bûdhîst ku di navbera 27’ê Gulanê û 1’ê Pû?perê de tê lidarxistin, bê nî?andan.
Senarîst û derhênerê ‘Evdalim Ez Evdalê Zeynikê’ Bulent Gunduz, bi bîr xist ku di dîrokê de Evdalê Zeynikê wêjeya Kurd bi devkî diyarî mirovahiyê kiriye û derfet çêbibin ew hêvî dikin vî fîlmî ji bo dinya ji Evdal mehrûm nemîne li festîvalên din jî bidin nî?andan.
Gunduz, li ser vexwendina festîvalê kêfxwe?iya xwe anî zimên û vexwendina fîlmê wî ya Festîvala Fîlmên Bûdhîst gelekî watedar nirxand. Derhêner Gunduz li ser Evdalê Zeynikê û be?dariya festîvalê jî wiha axivî: “Evdal jiyana xwe ji bo xweza û mirovahiyê xerc kir. Em jî wek qasidê çandê diçin ku nûneriya Evdalê Zeynikê bikin. Ji vê wêdetir jî, ev rew? nî?an dide ku Evdalê Zeynikê bi felsefeya xwe bi hezaran kîlometre wê de, li Srî Lankayê pêwendiyê datîne.” Lotikxane

About The Author