Peyama Serok Barzanî

Hevwelatîyên rêzdar.. xwi?k û birayên xwe?tivî..

Em di demek hessas de ne û gelek mijarên giring ên neteyî yên girêdayî berjewendîya gelê me, li ser astê Kurdistanê û li ser astê Iraqê li qadê ne. Ji bo wan em pêdivêyî yekrêzîyê, yekhilwestîyê û berpirsyarîya dîrokî ne. Metirsî, plan û gefên ji bo nexwe?kirina rew?a Iraqê bi gi?tî û rew?a Kurdistanê bi taybetî, her mane û em pêdivêyî hi?yarî û hevdengîyê ne.

Di vê rew?ê de mixabin; destê terorizmê gihî?t giyanê xwendevan Serde?t û em hemû ji ber evê bûyerê dilgiran bûn. Ez li vir carek din terorkirina xwendevan Sere?t û hemû core kirdarên terorane, riswa û ?ermezar dikim.

Herçend ku mixabin li deverên din ên Iraqê herroj pêlên re? ên terorizmê, giyanên gelek mirovên vî welatî diçinin, belê Kurdistana me bi hêminî û akincîbûnek berçav navdar e. Fêrbûna me li ser vê rew?a hêmin weha kir, ku ji destdana gencekî vî welatî bibe bûyerek bi bandor û xuyanî û ew bandor, li hinavê hemû kesên vê civakê bû.

Hêvîya me hemûyan ji dem û dezgehên berpirs û asayi?a welatê me ew e, ku rê nedin bi ti awayî bûyerên weha dubare bibin û divê ev dem û dezgehên han, berpirsyarane encamdarên evan kirdarên çepel a?kira bikin û wan radestî dadgehê bikin

Berpirsyarên yekem di ber asayi?a hevwelatîyên herêma Kurdistanê de, serokatîya herêma Kurdistanê û hukûmeta herêma Kurdistanê ne. Bergirîya di ber mafên hemû kesan de û paraztina jîyana hemû kesan – çi ewên em bi wan re yekhilwest in û çi ewên ku ne weha ne – ez wê ji erkê xwe dizanim û bila kes zêdeyîyan neke. Ji ber vê çendê ez hêvîdar im, ku ti kes û alîyek keleman nexe pê?îya karên wan dezgehên fermî, ewên ku lêkolînan di bareya van dosyayan de dikin.

Weha dihê hestkirin ku di encama gunehbarkirinên bê bingeh û bê belge de û siyasîkirina vê bûyerê, rew?ek hestyar jî çêbûye û herweha, bandora ragihandinê jî gihijtiye astekî weha ku dilgiranî jê çê bûye.

Ez daxwazê ji hemû alîyan dikim, ku berpirsyarane reftarê bikin û bi azadî nerîn û rexneyên xwe pê?ê? bikin, belê di heman demê jî de, exlaqên Kurdînîyê û rojnamevanîyê jî biparêzin û bê a?kirakirina belgeyan jî, bila ti kes nehê gunehbarkirin.

Herdema belgeyên bi cih li ser her kesek yan rêxistinekê û pêkhatekê hatin pê?andan, divê hemû alîyek ji min bigirin û heta her kesek dinê vê civakê, serê xwe ji qanûnê re xwahr bikin û heger bihê daxwazkirin jî, divê li ber dadgehê amade bin. Ti kes jî ne di ser qanûnê re ye û ewên gunehbarîyên bê bingeh didin ser alîyek yan kesekî, divê ew jî bi heman ?êwe dan û standin bi rêya qanûnê bi wan re bihê kirin.

Ez di dawî de daxwazê dikim ku rêz li qanûnê û berhemê xwîna ?ehîdan bihê girtin û hemû alî dilhêsayî bin ku Kurdistan akincî ye, asayi?a hevwelatîyan paraztî ye û em rê nadin ku ti kes û alî metrisîyê li ser ezmona me dirist bike. Ez hêvîdar im ku ji bo nehi?tina vê dilgiranîya heyî, hemû alî li xwe vegerin, lojîk bi kar bihînin, pîkolê bikin ku ev rew?a han hêwir bibe, di astê berpirsyarîyê de bin û hevwelatî jî bi hemû hêz û ?iyanên xwe ve, alîkarîya komîteya lêkolînan bikin, da ku em bigihêjin rastîyan û mebesta me hemûyan jî, gihijtina rastîyan e.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19-05-2010

About The Author