Rêdana Demokratîk rê neda tîpên Kurdî

Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê lotikek li zimanê Kurdî xist û destûr neda tîpên Kurdî. Pi?tî vê helwestê jî e?kere bû ku Rêdana Demokratîk rê nade tîpên Kurdî.

Li gorî îstatîstîkan, di Fûarê de herî zêde pirtûkên Kurdî yanî yên ku bi herfên Kurdî hatine nivîsîn bala xwendevanan diki?înin. Gelî xwendevanan de ka li vê sosret û ecêbê binêrin. Rêveberiya fûarê li navenda Kurdî astengî ji tîpên Kurdî yên wek ‚W, Q, X‘ re derxistiye. Ev jî ne bes e destûr nedaye anonsên Kurdî yên bernameyên nivîskarên Kurd jî.
Pi?tî vê lotika rêveberiya fûarê nivîskar û we?anxaneyên Kurd dane bin dûvê wan û sonda qesem xwarine ku tîpên qedexekirî bi kar bînin û her wisa anonsên xwe jî bi Kurdî bikin. Ev hewldan û nerazîbûn bi kêr hatine û dibêjin xebero rêveberiya fûarê ya ku rê nedaye Rêdana Demokratîk û helwesteke qedexekar nî?an daye dike ku pa? ve gav bavêje.
Lê mixabin qirix û pêxwasên Diyarbekirê li hev kom bûne û civîneke awarte çêkirine da ku heyfa zimanê Kurdî li erdê nehêlin! Êdî em jî nizanin bê wê çi bînin serê wan. Li gorî saloxan tirseke mezin li wan peyda bûye û çav li rê ye ku berî fûar bi dawî bibe dev ji vê helwesta xwe ya qedexekar berdin û werin ser îmanê.

About The Author