Kemalo bû serokê dew?îrmeyên Tirkiyê

Pi?tî lotikek li der qûna Denîz Baykal ket û di ser Nesrîn xanimê de hat girtin, Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê CHP bê serok ma û ji xwe re wek parsekan li serokekî  geriya.  Pi?tî ku hinekan guhê Kemal Kiliçdarogû yê Tûncelîlî (fedî dikim bêjin Dêrsimî ha) ki?and û got:”Kuro tu di?ibi Bulent Ecevît û Gandî oxlim, serokatî layiqî wê bejn û bala te ya kurtik e oxlim” û ew kirin namzet, CHP kongreya xwe li dar xist û bi piranîya dengan Kemalo kirin serokê xwe. Yanî niha Kemal Kiliîdaroglû bi fermî serokê CHP ye.

Werhasil, qûnxwarê Kemalo bi ser ku dolheramo Kurdekî Elewî ye, di axavtina xwe de gotina Kurd nanî ser zimanê xwe û qûna Tirkan alast, dilê wan xwe? kir. Kemalê bejin nîvmetro di axavtina xwe de behsa CHP, Mistoyê Selanîkî û Kurdê dolheram Îsmet Înonu  kir, pesnê wan da û ew firandin ber perê ezmanan. Lê xwedênehi?to carekê tenê jî behsa qewmê xwe, behsa Kurdan û mafê wan nekir û rûn li ser nanê Ergenekoncî û zinêkarên wek xwe kir.

Ez serê we neê?înim, kesên mîna Kiliçdaroglû, Yilmaz Ate?, Kamer Genç û bi hezaran Kurdên ku bi mejiyê Kemalîzmê bûne çeqilmast, wek kurmên darê koka Kurdan diqelînin.

Ez wek Serokê Komela Sîxurên Lotikxanê yên Enqerê, hêvîdarim ku wê Kurd nedin dû qûna van dew?îrmeyên heram û ew jî nebin Kemalîstên çeqilmast.

Enqere

About The Author