Qey jinên wilo jî hene bavo!

Di dema îro de lêdan û zilma li ser jinan pirsek serekî ya dinyayê ye. Li Îranê zilmak nedîtî li ser jinan tê kirin. Lê xuyaye hinek jinên Îranî ji lêdanê hez dikin û pi?ta wan dixure.

Li gora ku Ajansa Nûçeyên Fars radigihîne, jinek 24 salî ji bo ku mêrê wê lê naxe û parsûyên wê na?kîne, serî li dadgehê daye û doza lêdanê li mêrê xwe kiriye. Mêrê jinikê di dadgehê de gotiye ku “ez ji jina xwe pir hez dikim, ji ber wê ez li jina xwe naxim û dilê wê nahêlim”.   

Werhasil, jinikê gilîyê mrê xwe kiriye û ji dadgehê xwestiye ku mêrê wê her ?ev li wê xe û la?ê wê bi lêdanê re? û ?în bike. Her çiqas mêrê jinikê gotiye “na, nabe, ez li jina xwe naxim” jî, lê dadgehê jinik mafdar dîtiye û biryar daye ku mêrik tim li jina xwe xe.

Îcar hûnê ji vê jina Îranî re bêjin çi gelî xwendevanan? Jinên xelkê dibêjin “xwedo mêrê me li me nexe”, lê çima ku mêrê wê lê naxe kezîkurê mêrê xwe daye mehkemê.

Îcar niha mêrê wê 24 parsûyên wê bi?kîne, pozê wê jêke, destekî wê bi?ewitîne, çavekî wê bi asîtê kor bike û kerekî ?amî bera ser wê ne ne di heqê wê de ye babam?

Tehran

About The Author