SÎNO KEV?R X?ST!

Sîno bi saya brayên xwe Serdar û Bedo bû bû, welaparêzekî ba? û ?ore?vanekî qenc. Loma jî wî dixwest tim li gor wan navana tevbigere da ku brayên xwe fedîkar dernexe. Her roj pi?tî karê xwe, ew ê biçûya kahwexaneya Dêrikiyan li wir bi xelkê re têketa munaqe?eyan. Êvaran jî li mal rehetiya Bedo ji destê wî tune bû. Her ku ti?tekî nû dibihîst, dihat ew ji Bedo dipirsî. Divê Bedo jî hemû mesele jê re ?irove bikira. Pêwîst bû ku Bedo çend caran, ew weke xwendina quranê di ber wî de biçûya, yanî bi wî bide ezberkirin ku ew çi ye, fêde û zerara wî ji bona miletên bindest çi ye, ne çi ye.  Heta ku Sîno mesela ba? fêm nekira wî dev ji Bedo bernedida. Ji xwe tim wî digot, Bedo nahmetek e û ketiye nav destê min. Pi?tî Sîno mesele fêm dikir, serê xwe dihejand û digot.

– Haaaa ev mesele. Temam birê min wele sibê ez ê kesên li hemberî xwe peri?an û mat bikin.

            Karê Sîno bi ?ev û roj bû bû, têgihi?tina meseleyên sîyasî û îdeolojîk. Wî dixwest xwe zana bike, da ku ew jî kêmî brayên xwe nemîne. Lê weha hatibû ku êdî bala wî tev bû bû ezberkirin û têgihi?tina meseleyên teorik yên ji bona azadiya miletên bindest. Di heman demên xwe de li vê difikirî. Rabûn û rûni?tina wî, ger û seyranên wî, tev de bû bûn fêrbûna meseleylên siyasî ên teorîk. Loma dema rojekê mudurê wî banî wî dike û dibêje:

            -Sîno hela ka wê makîna Facitê ji bona min bîne.

            Rebene Sîno jî dibêje qey mudurî wî got:  `hela wî fa?î?tî bîne`. Loma hema ew bi lez û bez li hundir bankaya ku wî lê kar diker digere, ti?tekî nabîne. Bi bazdan xwe davêje derve û çavên xwe li fa?î?tekî digerîne, lê kesekî weha nabîne. Qederek derbas dibe, Sîno li hundur bankê xuya nake. Mudur dibêje qey ew çûye destavê. Loma li benda wî disekine. Lê dema Sîno bi ?ûnde li banka xwe vedigere, dihare ba mudur û dibêje:

            -Mudur beg wele min tu fa?îst ma?î?t nedît!

            -Fa?î?tê çi Sîno?

            – Ma we negot ka ji min re fa?îstekî bîne.

            Mudur ji nûde rew?a wî fêm dike, di ber xwe de dimizmiz û dibêje:

            -Sîno efendî min got facit, yanî makina hesaban e û navê wê Facit e.

            Bi vê gotina mudur Sîno hinekî berxwe dikev e. Loma jî xwe bi xwe qerar dide ku ew jî ji meseleyên weha dûr nemîne. Di destên wî de jî  Bedoyê terorîsiyenê(!) lîseyên Diyarbekirê hebû. Ji  ber vê yekê bû ku karê Sîno fêrbûna ti?tan bû.

            Roj û hefte derbas dibin, 12 îlona 1980ê bi ser wan de tê. Wê darbeye le?kerî tofanekê radike ku bê hey hewar. Yên têne girtin, yên direvin. Lê Sîno xwe diparêze, êdî weke berê zêde qise nake. Bi roj li kar û bi ?ev jî li mal bû.  Di dema desthilata le?kerî de kesên têne girtin, kesek navê wî nade. Ew jî êdî deng nake. Lê brayên wî Serdar û Bedo têne girtin. Herdu jî ji wê î?kence û lêdana 12 îlonê nasîbên xwe digirin. Bedo pi?tî berdana xwe dîsa li mala kekê xwe Sîno dibe mêvan. Xelk, nas û dost têne xêrhatina Bedo. Di wê navberê de Sîno ji Bedo dipirse:

            -Bedo rehme, î?kence û hefs çawan bû, tê gotin ku lêdanên nedîtî dianîn serê we hemû girtiyan, rast e gelo?

            Bedo jî hinekî dimizmize û dixwaze bi henekî bersîveke maqul bide kekê xwe Sîno û lê vedigerîne:

            – Belê keko hemû rast in. Lê ne tenê ev…

            – Weke çiyên din? hema bi lez got Sîno.

            – Wele kesên di gurçikên wan de kevir hebin, camêran bê pere û bê emeliyat wan keviran dixînin.

            -Wer nebê! Kuro bi hersê navê xwedê kevir di gurçika min de jî ye!

            – Hema tu jî zû here wir û bela? kevirê xwe bixe!

            Pi?tî ku Bedo ji hefsê tê berdan ew jî weke gelek heval û hogirên xwe berê xwe dide welatê ewropa.  Bedo berî hatina xwe ya ewropa li ser çiyayên Kurdistanê pê?merge bû. Li gel mifrezeya xwe ya propagandayê sekin lê tune bû. Her roj derdiketin propaganda û dixwest xelkê bi rêxistinî bikin. Bi roj xwe vedi?artin û bi ?ev jî tim li gerê bûn.  Loma Bedo ji roja Kekê wî Sîno tê girtin û heta berdana wî tim di meraqê de bû. Ji ber ku Sîno xwedî zarok bû, debara mala wî bi tenê maa?ê wî bû. Heger cezayekî mezin bixwara, wê zarokên wî hema hema hemû birçî bimana. Ji ber ku Bedo î?cence û zindana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolîyê dîtibû û dizanîbû ku wan deran çawan in. Ji ber vê bû gelekî li ber kekê xwe diket û ditirsiya ku wê dadgeha Tirkan gelek ceza li wî bibiriyana. Ji ber Sîno gelek ti?tên rêxistinê zanî bûn, gelek ji  endam û rêvebirên partiyê dinasîn. Bi vê tirs û xemê Bedo tim rew?a kekê xwe ji nas û dostan dipirsî heta ku xwe gîhand ewropa yê. Sîno tam 50 rojan di î?kencê de dimîne gotin ji devî wî dernakev e. Kesê lê dabû û ti?tên xistibû hustiyê Sîno, wî jî wana hemû li dadgehê înkar kiribû û gotibû:“Min bêbextî li Sîno kirî ye. Ji ber ku brayên wî hevalên min bûn bi saya wan min ew nas kiri bû. Lê di î?kencê de gelek eziyet dane min. Pirsa Serdar û Bedo gelek ji min dikirin, min êdî dayax nekir û navê kekê wan Sîno da polîsan. Lê ew bê guneh e.

             Dema polîsan î?kence û tade li Sîno dikirin û wan dixwest ew her ti?tekî ji wan re bêje. Heta wan doza cihê Serdar û Bedo jî li wî dikirin. Dema Sîno dida înkarê ku ew ti?tekî nizan e. Wê demê polîsan ew kesê navê wî dabû, dianîn hemberî wî, jê re digot in:

            – Tu vî kesî nas dike?

            – Belê, digot Sîno û didoman:“ Ev jî hevalê brayên min in. Dibe ku çend caran li gel brayên min hatibe mala min. Lê wekî din ez wî nas nakim“. Û tenê gotina Sîno ev bû. Li gel vê jî wî di  cihê bincavkirinê de bi henek û yariyên xwe hemû kesên di wir de dikenand. Xwe li nezanî û cahilî yê danî bû. Dema polîsan ti?tek lê tespît nekirin Ew berdan. Bi halekî xerab bi awayekî birîn û ê? Sîno tê mala xwe.

            Pi?tî ku Bedo Li welatekî Iskandinavya bi cih dibe, telefonî kek xwe Sîno dike û dixwaze halê wî pirs bike. Telefon dike û jê re dibêje:

            -Kefaretê gunehan be, kekê min î hêja. Gelo çawa bû!? Niha siheta te çawa yî? Kevirên te ket ya na?

            Sîno hema yek car meselê fêm dike, dikene, dike nuçe nuçe û dibêje:

            -Erê bi xwedê mala te û wan tevan ava be. Te ez kirim welatparêz, teoririsiyen û ?ore?ger, ji bona wê min têr lêdana xwe xwar. Û bi xêra lêdana wan î zalim jî min kevirê gurçika xwe bê pere xist…

About The Author