Ê naxwe çareser bikin babam!

Li ser bextê zinêkarên mîna Denîz Baykal be, dibêjin serokkomarê Tirkiyê cîgerim Abdullah gul, li Kazakistanê bersiva pirsên rojnamevanan daye û lotikek rasteqîn avêtiye der û dorê.

Li gora tê gotin, li ser pirsa “Gelo pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin çi ye?” Abdullah efendî keniyaye û gotiye:”Ma wê çi be oxlim, ma ji pirsgirêka Kurd mezintir pirsgirêka Tirkiyê heye? Kiliçdaroglû dibêje pirsgirêka mezin xizanî û birçîbûn e, lê gû dixwe û derewan dike, pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd bi xwe ye dînime îmanime” filan û fîstan.

Werhasilî kelam, birêz Evdo rastî anîye zimên û wîjdanê xwe xera nekiriye, wek wîjdanê Kemal Kiliçdaroglû yê Dêrsimî nekiriye ?orba nîskê. Kiliçdaroglû yê ku qa?o Kurdekî dew?îrme ye û belkî bapîrên wî di serhildana Dêrsimê de hatine qetilkirin jî, newêrîbû gotina “Kurd” bîne ser zimanê xwe.

De ka îcar bêjin gelî xwendevanan:

Evdoyê Tirk ba? e, yan qûnekê me Kiliçdaroglû ba? e?

Moskova

About The Author