P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Keçên ba?ûr di mala bavê de perixî ne


?îndar Berwarî

Li ser bextê zinêkar û gendelên Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin 18 hezar keçên di navbera 18-30 salî, daxwaz ji hikûmetê kirine ku çareyekê ji pirsirêka zewaca wan re bibînin. Li gora tê gotin, keçên ku di zanîngehan de xwendine û xwedî pî?e û kar in, naxwazin bi xortên betal û tiral re bizewicin û wan li xwe siwar kin.

Dibêjin li gora lêkolîna Rêxistina Endazyara A?tî, e?kere bûye ku ji %68ên keçên herêma Kurdistanekanî ba?ûrekan, ji projeyên zewacê bi mehrûm mane. Ji ber xortên ku wan dixwazin bê kar, betal, tiral û zugurd in, keç naxwazin bi wan re bizewicin û hêdî hêdî ew keç di mala bavê xwe de wek sêvên xerabe diperixin û kurmî dibin. Ji ber vê sedemê, Rêxistina Endazyara A?tî  serî li hikûmetê daye, plan û projeyên zewaca wan keçan pê?kê?î çawî? û ba?çawî?ên hikûmetê kiriye û ji wan ba?çawî?an xwestiye ku çareserîyekê ji zewaca wan 18 hezar keçan re bibîne.

Li ser bextê zugurd û tiralên Hewlêrê be, dibêjin heger ba?çawî?ên hikûmetê çareserîyê ji zewaca wan keçên dimaldemayî re nebînin,  dibe ku ew 18  hezar keç xwe Japonkî „Harakîrî“ bikin, yan jî wek garana pez xwe di çiya û rizde û zinaran de werkin. Êêêêê, derdê xiyaran derdekî giran e kaka…

De xwedê nesîb û xiyarên ba? bi ser wan de bi?îne rebbî…

Duhok

Ev nivîs 384 carî hatiye xwendin


Şirove bike