Weyla Kurdên dew?îrme gûyê te bixwin erê welle û hew!

Seroka Tusîadê (Komela Karsaz û Pî?esazên Tirkiyê) xaltîka me Umit Boyner, li bajarê Entabê lotikek xwe? avêt û navek bi dû xwe xist.

Xanima germik û nermik Umît Boyner, di civînê de behsa pirsgirêka Kurd kir û bi serê mêrê xwe Cem Boyner sûnd xwar ku divê pirsa Kurd bê lam û cîm  bê çareserkirin. Xanima germik herweha behsa bendava hilbijartinê jî kir û got:“Binerin xwelîliserno, bendava ji %10 pir bilind e, kesê xwe jê bavêje wê bimre û qû? lê biqete. Divê bendava ji %10 bê kêmkirin ji bo ku kes xwe întîxar neke û partî zêdetir wekîlan têxin meclîsê“ û kêfa partîya BDP jî anî.

Axir, xaltîka me Umît Boyner bi ?e? telaqên mêrberdanê sûnd xwar ku pirsgirêka Kurd di pê?îya pê?ketina aborîya Tirkiyê de astengek mezin e û rojek berî rojekê divê siyasetmedar pirsgirêka Kurd çareser bikin, hel û dermanekî jê re bibînin.

Xaltîka me herweha da bin dûvê serokê CHP Kemalko jî û got ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka birçîbûn û xizanîyê ye,  pirsgirêk ji pirsgirêka herêmî derketiye, bûye pirsgirêka Tirkiyê û tirrê ji Tirkiyê berdide.

Ez serê we bê?înim, Tirk hebûna pirsgirêka Kurd wek rastîyekê qebûl dikin, lê dew?îrmeyên wek Kiliçdaroglû, Bahçelî û û qûnekên mîna wan jî hebûna vê pirsgirêka qirase înkar dikin.

Ez di dawîyê de silavên xwe ji xanim Umît Boyner re di?înim û dibêjim: Weyla Kurdên dew?îrme gûyê te bixwin erê welle û hew!

Entab

About The Author