Bê cigare sebra qûna wî nayê

Li Endonezya girava Sûmatra, zarokek qûn bi gû bûye tîryakîyê tûtin û cigarê. Li gora televizyona RTL 2 radigihîne, mêro heta cigarê nek?îne û kezeba xwe pê re? neke, sebra qûna wî nayê û wek mirî?ka gêj lê tê.

Endonezya yek ji wan welata ye ku herî zêde zarok cigarê lê dik?înin. Li gora îstatîstîkan, ji %25 zarokên ku di navbera 3-15 salî de ne cigarê diku?ku?înin û dûmanê di dev û bêvilên xwe re derdixin. Mûhammed Rizal jî yek ji wan cigakê?an e ku dûmanê bi ser serê xwe dixe.

Me wek Lotikxanê xwe gihand Mûhammed Rizal û jê pirsî:

„Kuro çima tu cigarê dik?înî oxlim, qama te di nav gûyê te de ye, ma hewara te û cigarê bû law?“

Mûhammedê me keniya û got:

„Cigarê hêç e,  bi xêr û selamet niyeta min heye ez sala bê dest bi ki?andina eroîn û kokaînê jî bikim.  Tew go tûtina Xursê û Bedlîsê biketa destê min hê çêtir bû“ û xwest ku em hinek tûtina Xursê jê re bi?înin.

Werhasilî kelam, zarokên xelkê bi ?îr û hingiv mezin dibin, Mûhammed Rizal jî vîtamînên xwe ji tûtin û cigarê distîne. Îcar wê di pê?erojê de qû? lê biqete neqete ez jî nizanim.

Endonezya

About The Author