Xaltîka me mesele safî kir

Em Kurd çi reben in wey weleddddd û 101 carî wey weled! Tew ji xwe kesên mîna xaltîka me Emîne Ayna ji me jî rebentir in ellawekîl. Ji ber ku ew dereng bi mesela Kurdî hesiyaye û Kurdan ba? nas nake, jê weye ku herkes wek wê di guhê gê de ye.

Berî demekê grûpek ji partîya BDP hatin Amerîkayê û virde wêde çend lotik avêtin. Ê helbet bûka serbixêlî xaltîka me Emîne Ayna jî di govendê de bû. Ê helbet canim, ma bêyî xaltîka me govend digere, na.

Werhasil, pi?tî vegera ji Amerîkayê, xaltîka me Ayna daxuyanî daye hinek rojnameyên wek Taraf ê û behsa serdana xwe û Amerîkayê kiriye.

Xaltîka me çi bêje ba? e?

Ji rojnama Taraf ê re gotiye:“ Me bi rêvebirên Pentagonê re jî hevdîtin kir. Me xwest Emerîkî pirsa Kurd ji xwediyên meselê bibihîzin. Agahiya wan qet nîne. Kurdên Tirkiyê nas nakin. Me di van hevdîtinan de li ser meseleya Kurd û sedemên ku PKK afirandine agahî dan wan“ filan û fîstan.

Hella hellaaaaaa û ya siphan ella!

Naxwe agahîya rêvebirên Pentagonê ji pirsa Kurd nîne û Kurdan nas nakin ha xaltîkê!?

Keçê xwedêhi?tê, kezîkurê, gava Pentagonê serê xwe bi Kurd û Kurdistanê re dê?and, te hê nizanîbû bê Kurd hene yan tunene hey te serê Kurdan xwarê! Te doh Kurd nas kirine (ez hîna jî bi ?ik û guman im), Amerîkî 100 sal in Kurdan nas dikin bavo, wî!

Naxwe te Kurd bi Amerîkîyan dan naskirin ha?  

Bi ?e? telaqan te mesele safî kir lê, waweylê!

Na na, gerek Kurd xelata „Nasandina Kurdan“ bidin te ellawekîl.

Ma doh bû Re?o Obama li Enqerê bi serokê we Ehmedê Mala Sîno re rûni?t bavo, îcar çawa Pentagon Kurdan nas nake hey  te xwelîya heft gundan li serê Kurdan kirê!

Wa?îngton

About The Author