Gelo LKD li çi digere?

Tê derxin

Berî salên 1980î kominîzm û sosyalîzm bûbû mode. Me malik li xwe, partî û rêxistinên xwe xira kir, me her ti?tê xwe kir bi qurbana kominîzm û sosyalîzma çepên Tirko û ha?a min hizûr me qûna wan alast. Me Kurdayetî û netewperwerîya xwe kir bi qurbana sosyalîstên Kemalîst heta go em li qûn rûni?tin û me kevir li ser kevir nehi?t.

Pi?tî ku cîgerim Gorbatçov nîha qûna sosyalîzma Rûsyayê û ew qûnek kir, ji hevde xist, tirr jê berda û berê wê da kapîtalîzma îro, ji nuh hi?ê sosyalîstên Kurd hat serê wan û bi rastîya xwe hisiyan (hinek jê hîna jî dev ji wî kurmî bernedane û li serê Kurdan bûne bele). Îcar niha jî ji kominîzm û sosyalîzmê vegeriyane „demokratbûnê“ û ji xwe re li rê û kuçe û kolanên nuh digerin.

Kurdên me yên ku partîyek ava kirin û yek xira kirin, kesên ku rêxistinek ava kirin û yek xira kirin, Kurdên ku platformek ava kirin û yek xira kirin, îro jî di nava lêgerînan de ne û hê jî ji xwe re rêyek maqûl li gora serê xwe nedîtine. Êêêêê, kurmê ?îrî ye wey, ma karîyerîzm û ezezîtî dihêle ku rêyek maqûl û alternatîfek çêbibe babam, na.

Lê ba? e, ba? e, qe nebe bi Kurdayetî û pêwistîya netewayetîyê hisiyan ew jî ba? e. Helbet meriv ji nîvê rê jî vegere ba? e….

Mesela me li ser „Lêgerîna Kurdên Demokrat“ bû.  

Hinek Kurdên me yên ku partî, rêxistin û platform damezirandin û pi?tre ew dan ber lotik û pehînan, kesên ku nikarîbûn li partî û rêxistina xwe xwedî derkevin û ew ji hev belawela kirin, îro di bin vî navî de hatine cem hev û pi?tî temenek 50-60 salî hê jî ji xwe re li rêyekê digerin, di nav lêgerînan de ne.  

Wey li ser xêrê be rebbî.

Hêvîdarim berî mirinekê wê ev demokratên me „lêgerîna“ xwe bi dawî bînin û ji xwe re ti?tekî li gora serê xwe bibînin. Lê lêgerîn jî karekî ba? e haaaa, ma ji betalî ne çêtire babam? Belê wî, betalî xirabmalî ye kaka, belkî ji xwe re xezîne û defînan jî bibînin ma kî zane…

Dibêjin Lêgerîna Kurdên Demokrat (berî mirinekê bibûna netewperest hê çêtir bû) li Amedê ofîsa xwe ya yekem vedikin û niha ?ûr simbêlê wan nabirre. Dîsa li ser xêrê be keko, mala pîrê stara pîrê ye lo, ma di bin kon û çadiran de siyasetê nakin, helbet wê ofîsan jî vekin, salon û dîwanxaneyan jî.

Îcar pirsa min ev e gelî xwendevanan:

Gelo li gora we „Lêgerîna Kurdên Demokrat – LKD“ li çi digere?

1-     Li xezîne û defîlan digere.

2-     ?evekorî bûye, bi dest û lepan li rêyekê digere.

3-     Rê li ber wenda bûye, bi ser rêya xwe venabe.

4-     Çaryan li pê?îya wê ye, nizane wê bide ser kîjan rêyê.

5-     Pezê xwe wenda kiriye, li mîh, bizin û nêrîyan digere.

6-     General pir in, ji xwe re li eskeran digere

De ya allaaaaa û ya xwedê!

Heçê tê derxe emê wan bikin endamê Lêgerîna Kurdên Demokrat. Hem jî miftî bela? ellawekîl…

Haaaaaa, em aîdatên salê jî ji we nastînin, ew ji kîsî Lotikxanê ye cîgeriiiiiimmmmm….!

Sofî Xelef

Sekreterê Lotikxanê

About The Author