KÎ DIÇE B?LA B?ÇE , EZ NAÇ?M

Li hêla Kurdên me yê Qonyayê,  gelek serpêhatîyên sosret qewimîne, yek ji wan jî mesela ?ivan Oskê ye.

Bi dahol û zirne, gundî daweta Oskê dikin. Li gorî kevne?opîyê bi civakî savar (nanê dawetê )  tê xwarin. Civak ber bi êvarê savarê dixwe, wê êdî zava ber bi bûkê bi rê kin. Lê zava Oskê windaye, digerin nabînin.

Pa?ê yek dibêje “ Kuro wa ye Oskê di axur de bi tenê rûni?tî ye “ Diçin ba Oskê dibên: “ De rabe biçe ba bûkê, Xwedê miradê we bike “.

Oskê dibê “ Wele ez naçim, qe xwe aciz nekin “. Civak pir li ber digere lê kêr nake.

Radibin gazî bavê Oskê dikin, dibêjin “ Ka were Oskê çima wiha dike ?erm e, ku bûkê nexwaze wê ti?tên xerab çêbe; tu bîne rê…” filan û bêvan.

Bavê Oskê dibê: “ Kurê min rabe biçe ba bûkê, me rezîl neke, kuro çi bûye bi te wîîî! “ û li ber Oskê digere.

Oskê bi hêrs dibê: “ Bavo ez naçim dev  ji min berde, ez xeyidî me.

Bavê wî cardin dibê: “ Rabe kurê min here bikeve gerdegê, ?erm e, biner civak hemi li benda me ye “.

Oskê dibê: “ Bavo ez ji sibe de birçî me, kê savar xwariye bila ew biçe; ez naçim “.

Werhasil…

Hinek Kurdên me yên qirase jî destê wan di nava  rûn de ye, li kêfa xwe ne, gava ti?tek diqewime xwe vedi?êrin û dibên: “ De rabin biçin kolanan dirû?man bavêjin, bi?ewitînin , molotof bikin, bikujin ma hûn çima rûni?tine law “ filan û fistan..

Rêwîyê Kal jî dibê: “ Kî go?tê elokan dixwe û ji Tirkan re destbirakîyê dike, bila ew biçin. Bi sed cizû û mishef ez naçim, hûn me dikin dafikê , bes e êdi me nedin ku?tin qurban, wey!“

 De hûn zanin babammmm, diçin an naçin ji min ra çi lo…

Kurdistan

About The Author